1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû

1.Konferansa Desteya Aborî û Çandinyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek encaman bi dawî bû. Dê deste û komîteyên wê xebata li ser wan ecaman bikin ku aboriya herêmê bigihîne aboriyeke ewle.

1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê bi dawî bû
20 sibat, 2022   18:28
HESEKÊ

Bi diruşma "Aboriya civakê bingeha serkeftina neteweya demokratîk e" îro 1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bi beşdariya zêdetirî 150 deleqî ji deste, komîteyên aborî, nûnerên ji meclisên qanûnsaz û rêveber li dar ket.

Konferans li hola Serdem a Çandê li dark et. Axaftina destpêkê Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo kir û wiha got: "Hêza çi dewletê ji hêza aboriya wê ye, çiqas aborî geş bû, rewşa debarê ya ferd û civakê bi pêş dikeve."

Barûdo da zanîn ku sîstema cîhanê ji beriya du salan ve ji ber vîrusa Koronayê derbeyeke biêş xwar û di encamê de aborî bi bin ket, xebata mezintirîn şîrketên cîhanê rawestî. Bi wê re rêjeya xizantî û bêkariyê zêde bû, rewşa debarê zehmet bû, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nava wê astengiyê de bû.

Barûdo wiha domand: "Bi sedema şerê li dijî terorê ji aliyekî ve di serî de DAIŞ’ê û ji aliyekî din ve jî şerê aborî ku dewletên herêmê li dijî me pêk tînin me gelek azar kişandin. Ji ber aboriya me xwe dispêre beşa çandiniyê û divê girîngî ji beşa çandiniyê re bê dayîn. Divê em girîngiyeke baş bidin wê yekê û torên avdanê berfireh bikin û tedbîrên dewreyên çandiniyê bi awayekî rêxistinî pêk bînin, da ku desteka aboriyê bikin û qezencê zêde bikin."

Li aliyekî din jî cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê wiha got: "Me par gelek azar ji ber Korona, hewldana dewleta Tirk a dagirkirina xaka me, derbekirina îstîqrara herêmê, ferzkirina dorpêçê bi girtina deriyan kişandin. Lê tevî van hemû astengiyan, bi piştgriya gel Rêveberiya Xweser li hember van hemû zehmetiyan sekinî. Ew yek jî bi rêya hevgirtina gel bi QSD’ê re, binketina komploya mezin a li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê eşkere bû."

Emîne Osê da zanîn ku nîşaneyên çareserî hema bêje tune ne û wiha domand: "Ji ber her kes tenê dixwaze berjewendiyên xwe pêk werin. Lê tenê Rêveberiya Xweser berojvajî wan difikire. Ji ber roleke mezin di guhartina rejîma neteweperest, guhartina zihniyeta yekpartî û aktîfkirina rêgeza hevbeşiyê de dilîze."

Têkildarî çawaniya sekna li hember krîzên aborî yên li cîhanê û dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bandorên wê Emîne Osê ev tişt anî ziman: "Sekna li hember astengiya û serkeftina li dijî wê, bi xebata hemû deste û komîteyan li gorî aboriya civakê pêkan e."

Emîne Osê ev tişt got: "Divê em jinûve aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berçavan re derbas bikin. Ev mijareke girîng e. Ev yek jî bi pêşniyar û nêrînan pêk tê ku dê planeke stratejîk ji aboriya Rêveberiya Xweser re were danîn. Bi aboriya civakê em dikarin li hember hemû astengiyan bisekinin ku bigihînin civakeke biewle."

Dûvre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid axivî û behsa pêwîstiya herêmê bi destekdayîna aboriya azad heye kir her wiha behsa danîna planên siyasî yên pêşerojê kirin û wiha got: "Em di pêvajoyeke hestiyar de dijîn, me pêvajoya hevgirtinê derbas kir, divê em dest bi pêvajoya pêşxistin û avakirinê bikin."

El-Ebid wiha domand: "Ji hêmanên aborî dewlemendiyên binerd li gorî hejmara şêniyên her herêmekê li herêman belav bikin, pişta xwe bidin pirrengiya aborî, fînansekirina hundirîn were teşwîqkirin, zemîneke siyasî ji fînansekirina derve re li gorî hevserngiyên dîsplînkirinê were avakirin, siyaseta gumrîkê ya durist were danîn, hevrikiya azad hebe, rola çavdêriya darayî û zumhêrê were aktîfkirin, pêşbirk di navbera beşên taybet û giştî û hevbeş de li gorî qanûnên lêkolînkirî hebe."

El-Ebîd destnîşan kir ku gelek astengî hene, ji wan siyasîû şer, neîstîqrarî, koçberî, karesatên xwezayî, nebikaranîna madeyên bi awayekî durist.

Xebatên konferansê di rûniştina duyemîn de bi pêşandana dîmen û sînevîzyonekê li ser xebata Desteya Aborî û Çandiniyê ya par, pêkanîna proje û qanûnan berdewam kirin.

Dûvre rapora salane ya Desteya Aborî û Çandiniyê bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin, li gel wê jî beşdaran nêrên xwe pêşkêş kirin ku aboriyê bigihînin qonaxên pêş  û ji astengiyên li hember aboriyê re çareserî pêşkêş kirin ku di pêşerojê de wê yekê derbas bikin.

Ji 1.Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê gelek encamname derketin; meclisa aborî ya bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin, planên stratejî û pêşerojê werin danîn da ku siyaseta aborî ya Rêveberiya Xweser were nexşekirin, destekdayîna ji endustiriya fînansekirinê re bi madeyên çandiniyê re were zêdekirin, stasyonên sotemeniyê yên taybet bi beşa çandiniyê werin nûkirin û şaxên şîrketa Newroz werin zêdekirin.

Pêdiviyên çandiniyê di demên wê yên guncaw de werin dabînkirin, jinûve giştînameyên têkildarî kolandina bîran di ber çavan re werin derbaskirin, xebat li ser danîna hîmeke datayan li gorî bingehên durist were kirin, nivîsgehên serjimariyê yên taybet bi sewalvanî û rûberên çandiniyê re werin aktîfkirin, rêvebirina milkên giştî ku parastina wê ji destdirêjiyan were kirin, aktîf bibe.

Daneyên avê bi rêya perspektîfên li ser avdanê bi rêbazên nûjen werin birêvebirin, xebat li ser sererastkirina bendan û kanalên avdanê were kirin, dewreyên perwerdê yên fikirî û pîşeyî werin zêdekirin, xebata li ser teşwîqkirina fînansekirina hundirîn were kirin, her wiha xebat li ser teşwîqkirina aboriya civakî were kirin. bernameyeka televîzyonê bi saetekê di hefteyê were amadekirin ku mijarên aboriya civakî werin nîqaşkirin, li kêlek wê jî broşor û belavok li ser aboriya civakî werin derxistin.

(fr)

ANHA