​​​​​​​‛PKK`ê partiyekî însanî ye, divê ji "lîsteya terorê" were derxistin’

Endamên Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêran a Kobanê diyar kir ku PKK`ê partiyekî însanî ye û armanca wê gelên bindest rizgar bike. Endaman got, divê navê vê partiyê ji "lîsteya terorê" were derxistin, ji ber ku ji dema hatiye avakirin ve, xwedî dîrokeke mirovî ye.

​​​​​​​‛PKK`ê partiyekî însanî ye, divê ji "lîsteya terorê" were derxistin’
21 sibat, 2022   05:21
KOBANÊ

Da ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya terorê bê derxistin bi pêşengtiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Tê de zêdetirî hezar kesayetên rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend û çalakgerên ji 30 dewletî beşdar bûn.

Bangên gelê Kurdistanê û cîhanê yên derxistina navê PKK ji "lîsteya terorê" zêde dibe. Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêran a Kobanê Selama Atê axivî û got: "Ne ji mafê kesekî ye ku navê PKK`ê bixe lîsteya terorê, ji ber ku ev partiya gelê bindest e û li ser dawazên wan tu carî dudil nebûye, berojavajî wê bi hemû awayan hewldana rizgarkirina wan ji êriş û azaran wan, kiriye."

JI ŞENGAL HETA BI KOBANÊ

Selama Atê da zanîn ku berxwedana Kobanê û Şengalê mînakake berçav e, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî gel kir, gerîla bi hawara wan ve çû.

Selama Atê ev li gotina xwe zêde kir: "Gelê Kurd di pêvajoya dîrokê de rastî qirkirinê hat, lê bi avakirina vê partiyê û bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, gel ji nû serî ji bo mafên xwe hilda û PKK`ê rihê berxwedanê ji nû ve derxist holê."

Selama Atê diyar kir ku di dirêjahiya dîrokê de jin bindest bû û ev tişt got: "Di civakê de jin bi "zayenda lawaz" dihat naskirin, lê bi saya vê partiyê, fikir û felsefeya rêber Ocalan jinan xwe, maf û erkên xwe nas kir."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Şîran a Kobanê Selama Atê banga derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got: "Ev partî nûnertiya gelê Kurd û jinan bi taybet dike. Her wiha partiya jiyan û hebûn ye."

Selama Atê bang li hemû jinan jî kir ku tev li çalakiyên bi armanca derxistina navê partiyê ji " lîsteyê terorê " bibin û di vê oxirê de soza xurtkirina têkoşînê da.

PKK`Ê JI BO JINAN TÊ DIKOŞE

Berdevka Koordînasyona Kongra Star li navçeya Şêran Darsîn Hesûn anî ziman ku PKK`ê ji bo azadiya jinan tê dikoşe, ji lewma divê hemû jin ji bo derxistina navê vê partiyê ji "lîsteya terorê", serî hildin.

Gelê bindest xwe li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girtine, ji ber ku li dijî siyasetên kapîtalîst li ber xwe daye, li ser vê yekê jî Darsîn Hesûn banga derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê"  kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "PKK`ê partiyekî însanî ye."

(eh)

ANHA