ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2022
21 sibat, 2022   00:00

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Qamişlo bi diruşma "Bê zanistê kes pêş nakeve û bi wê re azar û êş zêde dibin" li taxa Erbewiyê vedike. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya hatina Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê Saziya Zimanê Kurdî Ii Qamişlo panelekê bi sernavê "Asta zimanê kurdî li Rojava gihaştiye kîjan astê" li navenda saziyê ya li Qamişlo li dar dixe. Saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê xebata wan a pêşîn e, her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê derfet neda gelê Kurd ku fêrî zimanê dayikê bibe, ji ber ku hebûna pêkhateyên dîtir red dikir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê bang li gelê herêmê kir ku di vê pêvajoya hesas de hişyar bin, ji ber gelek alî hene, di serî dewleta Tirk, dixwazin şoreşa şoreşa Rojava têk bibin, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin û ji ber wê jî divê bi xaka xwe girêdayî bin û destekê bidin hêzên xwe yên di çeperên şer de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê bîlançoya sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka sala 2022`yan ve li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê pêk anîne, eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD’ê rêzecivînên ji gel re li gundên rojavayê Kobanê li dar dixe û tê de pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê şîrov dike. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Du şehîdên QSD’ê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê tên oxirkirin. Saet 12:00’an . (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Endamên Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêran a Kobanê diyar kir ku PKK`ê partiyekî însanî ye û armanca wê gelên bindest rizgar bike. Endaman got, divê navê vê partiyê ji "lîsteya terorê" were derxistin, ji ber ku ji dema hatiye avakirin ve, xwedî dîrokeke mirovî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê komîteya navendî ya PKK Murat Karayılan ji ber wefata welatparêzê Kurd Reşîd Metîna ji malbata wî re nameyek şand, sersaxî û xemgîniya xwe anî ziman. Karayılan destnîşankir ku ewê her tim li ser dilsoziya van welatparêzên giranbûha de bin û wê tekez li ser xeta şehîd bi ser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Helbestvan û wergervanê Kurd Hejar Mukriyanî di salvegera wefata xwe de tê bibîanîn. Hevalên helbestvan Hejar di salvegera mirina wî de behsa wî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Rêveberiya SZK'ê diyar kir ku mejiyê ku bi zimanê dayikê hatibe perwerdekirin, bi qasî wê bi çand û civaka  xwe ve tê girêdan û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê bi saetan dayîn waneyên zimanê kurdî têrê nake, divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Îsrara PDK`ê ji bo hilbijartina nûnerekî ji serokatiya Iraqê re, tenê pêkanîna siyaseta olîgarşî ya ku Başûrê Kurdistanê wêran kiriye. Mirov dikare biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê Hoşiyar Zêbarî de wek heqareteke rasterast ji PDK`ê re wesif bike .

ANHA