Murat Karayılan: Reşîd Metîna di welatparêziyê de nimûne bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayılan ji ber wefata welatparêzê Kurd Reşîd Metîna ji malbata wî re nameyek şand, sersaxî û xemgîniya xwe anî ziman. Karayılan destnîşankir ku ewê her tim li ser dilsoziya van welatparêzên giranbûha de bin û wê tekez li ser xeta şehîd bi ser bikevin.

Murat Karayılan: Reşîd Metîna di welatparêziyê de nimûne bû
21 sibat, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatparêzê Kurd Reşîdê Metîna yê ku ji gundê Metîna yê kantona Efrînê ya dagirkirî ye di 13’yê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.

Ebdulhenan Reşîd ku kurê Reşîd Metîna (Yeşar) ye wek şoreşgerek Kurd li çiyayên Kurdistanê di têkoşîna azadiya kurdistan de şehid buye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan li ser wefata Reşîd Metîna ji malbata wî re nameyek şand. Karayılan di nameya xwe de ji malbata reşîd metîna re sersaxî xwest û got ku ewê her tim li ser şopa welatparêzên wek Reşîd Metîna û Yusif Gulo ku ji aliyê dewleta tirk ve di êrîşek hewayî de hatî şehîd xistin, têbikoşin.

Karayılan di nameya xwe de balkişand ser têkoşîna Reşîd Metîna û got, ‘’Hevalê Reşîd di welatparêziyê de nimûne bû. Di mala xwe de destpê xebata şoreşgerî kir.’’

Berfirehiya nameya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê  Murat Karayilan wiha ye:

JI BO MALBATA WELATPARÊZÊ MEZIN HEVAL REŞÎD METÎNA

Ez destpêkê we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û hêvî dikim rewşa we baş be.

Min bi xemgineyeke mezin wefata hevalê Reşîd bihîst. Bi rastî hesretên salan û rêhevaliya salan heye ku em gelek pê êşiyan. Wefata hevalê Reşîd, ji bona me xesareke û wendahiya nirxek dîrokî ye.

MALBATA HÊJA

Ez bi navê tevgera me xemginiya we parvedikim û ji bona we hemûyan sersaxî dixwazim. Bila serê we saxbe. Bila serê me tevahiyan, serê hemû welatparêzên Efrînê saxbe û xwedê rehma xwe lê bike.

Hevalê Reşîd însanekî paqij û durust bû. Bi gelê xwe re durust bû. Di welatê xwe de girêday bû. Ew hevalekê me yê kedê bû. Hevalê hêviya mezin bû. Di sala 1982’an de hîna tu kesî em li Efrînê nasnedikirin, lê wekî welatparêzekî dema ku hevalê Reşîd em naskirin fikir û ramana partiya me a Rêber APO guhdar kir, dostanî û hevaltiyeke rasteqîn bi me re pêşxist. Di roja destpêkê de mala xwe û hemû derfetên xwe ji bona tevgerê vekir. Di heman demê de bi hemû hêza xwe piştewaniya me kir. Di demeke kurt de wî ronahiya fikir û ramana Rêber APO naskir û heviyeke mezin li ser çêkir. Li tevahî çiyayê Kurmênc, belavbûna fikir û ramana Apogerî de hevalê Reşîd xwedan kedeke mezin bû. Li Efrînê di nav çend welatparêzên destpêkê de ew jî hevalekî xebatkar û xwedan rol bû. 

Li Efrînê di nav gelê tevahî çiyayê Kurmênc de pêşveçûn û di belavbûna fikir û ramana Apogerî de mirov dikare bibêje du stûnên esasî hebûn. Ji wana yek hevalê Wetanî (Ehmed Hibo) bû û yek jî hevalê Reşîd Metîna bû. Bi rastî hemû koma destpêkê keda xwe hebû, lê ev herdu hevalana xwedan kedek mezin bûn.

Di belavkirina fikra partiya me de bûn delîl û wekî xebatkarekî tev geriyan. Mirov dikare bibêje îro şoreşgeriya li Efrînê heyî û hemû şoreşgerên li Efrînê deyndarên kesên wisa yên hêja ne. Qet nayê bîra kirin. Ji ber ku wan kedek dan û berhemek ava kirin. Bi keda xwe, bi xebatên xwe, bi durustî û paqijbûna xwe bi temsîla exlaqê gerdûnî û bi welatparêziyê xwe ya paqij di nav gel de ji bo belavbûn û qebûl kirina fikir û ramana tevgera me bûn hêz û xwedan rol.

Hevalê Reşîd di welatparêziyê de nimûne bû. Di mala xwe de destpê xebata şoreşgerî kir. Tevlîbûna şoreşê tiştekî pîroz û hêja didît. Ji bona wê di mala wî de di nav zarokên wî de kesên weke fermandarê hêja fermandarê êrîşê rêheval Yaşar gihiştêkê. Hevalê Yaşar fermandar û milîtanekî qehreman bû û şehadeta xwe jî wisa bû. Çanda di nav malê de hevalê Reşîd pêşdixist rê vekir ku keç û xort di malê de bibin şoreşger, şehîd çêbibin, milîtan û welatparêz bên gihandin. Wisa him bi keda xwe ya şexsî û him jî bi riya keda malbata xwe di xebata şoreşgerî de barek rakir û di Herêmê de pêşveçûna welatparêzî û Apogerî bû xwedan ked û mîsyonek.

Her bijî welatparêziya heqîqî ya ku di şexsê kesên weke hevalê Reşîd û Wetanî de hatî temsîl kirin. Ev welatparêzên wisa, bi taybet di Rojavayê Kurdistan de wekî koka Kurditî û welatparêziyê ne. Ji bona wê jî di çavê dijmin de wekî qilçixekê ne. Hevalê Reşîd 83 salî bû. Li Qamişlo welatparêzê hêja hevalê Yusuf Gulo jî 83 salî bû û me dît ku beriya vê demekê çawa ji dijminên xwînxar re bû hedef û gihîşte şehadetê. Bêguman, ev hevalên wisa dijmin jê ditirse. Ji bona wê êrîşan li ser wan çêdike. Lê rexmê ku temenê xwe hebin jî wefatê van hevalana mirov xemgîn dike. Kesên weke hevalê Reşîd cardin li Kobanê kesên weke Kekê Şêx (Şêx Mihemed Baqî) bavê şoreşgera hêja Şîlan Kobanê, wefatê van hemûyan ji bona me cihên xemgîniyê ye. Çi şehîd dibe û çi wefateke normal dibe hevalên wisa kedek dane, xebateke hêja û bi rûmet meşandine, şopek çêkirine û ew tu caran ji bîra nabin.

Em şopdarê welatparêzên wisa hêja ne. Hevalê Reşîd dema ku Efrîn rizgar bû; gelek şad bû. Lê belê dema ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst a qirker Efrîn hat dagirkirin, em dizanin ku bi wê jî gelek xemgîn bû. Wesiyet, soz û peymana xwe ji bona rizgarkirina Efrînê bû. Ev ji bona tevahî welatparêz û şoreşgeran wekî erkeke dîrokî ye. Em dizanin ku kengî em cardin ala azadiyê li Efrînê li ba bikin û rizgar bibe wê demê wê dilê tevahî şehîdên leheng û dilê welatperwerê hêja heval Reşîd şad bibe. Em li ser esasî pêk anîna wesiyet û hêviya wan, em ê hevaltiya rasteqîn û dostaniya nemir temsîl bikin. Soz û peymana me ev e.

HEVALÊN HÊJA

Mirov li ser welatparêzên wekî heval Reşîd, Wetanî, Kekê Şêx û şehîdên hêja heval Yusuf Gulo çi bibêje wê kêm bimîne. Feqet ji bona we ehlên malbatê cihê serbilindiyê ye ku hûn ehl û zarokên şoreşgerekî wisa hêja ne. Keda ku daye hertim pê serbilind bin. Lê belê divê hûn şopdariya welatparêziyê bi şiklekî rasteqîn dom bikin û bimeşînin. Wisa beşdarbûna têkoşînê, kûr kirina welatparêziyê wê dilê rêheval Reşîdan şad bike. Em di vê baweriyê de ne.

Ez cardin ji bona hemû ehlên malbatê û tevahî welatparêzên Efrînê sersaxî dixwazim. Wekî endamên malbata hevalê Reşîd we hemûyan û gelê me yê Efrînê tevahî bi dil û can silav dikim. Ji bona we tenduristî û di xebatên we de serkeftin dixwazim.