HPG`ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir ku li Serhedê şehîd bûne û got: "Hevrêyên xwe yên li Serhedê bi tevlibûna li ser xeta fedayîtiyê bûn efsane bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin."

HPG`ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
20 sibat, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"11'ê Gulana 2017'an li qada Tendurekê ya Eyaleta Serhedê, di dema çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de ku gelek dagirker hatin cezakirin û dijmin ji Tendurekê hate avêtin, lehengên Serhedê hevrêyên Argeş, Canfeda, Çekdar, Cemal û Nûrhak bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên bi tevlîbûna li ser xeta fedayîtiyê li Serhedê bûn efsane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Argeş Întîkam

Nav paşnav: Ersîn Seven

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Besra-Mehmet Emîn

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Canfeda Rojhat

Nav paşnav: Îbrahîm Başboga

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Guzel-Hîkmet

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Çekdar Ararat

Nav paşnav: Sînan Tekîn

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Hatîce-Nîzamettîn

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Cemal Serhed

Nav paşnav: Gulum Ozden

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Felek-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed

Nasnav: Nûrhak Serhed

Nav paşnav: Mehmet Guler

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Emîne-Şevket

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Gulana 2017 / Serhed