Kampanya komkirina îmzeyan li Şehbayê dest pê kir

Ji bo derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” îro li kantona Şehbayê kampanya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Kampanya komkirina îmzeyan li Şehbayê dest pê kir
20 sibat, 2022   09:15
ŞEHBA

Ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji “lîsteya terorê” îro li kantona Şehbayê bi dirûşma “Dadwerî ji bo kurdan” kampanya komkiirna îmzeyan dest pê kir.

Komîteyên ji aliyê komînan ve hatine avakirin, li ser malan digerin û îmzeyan kom dikin. Ev kampanya wê heta 3 rojan li tevahî kantona Şehbayê berdewam bike.

ANHA