Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 20 kesên din bi vîrusa Korona ketine û pêketiyek miriye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
20 sibat, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê daxuyand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin; 10 mêr û 10 jin in.

Desteyê eşkere kir ku li Dêrikê jinek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û rewşa 6 pêketiyên din jî baş bûye.

Daneyên pêketiyan wiha ne:

Qamişlo: 7

Tebqa: 6

Hesekê: 3

Rimêlan: 1

Dirbêsiyê: 1

Minbic: 1

Dêrazor: 1

Tevî daneyên îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyan gişat 38 hezar û 309 kesan, ji wan hezar û 546 pêketî mirine û 2 hezar 553 pêketî baş bûne.

(eh)