Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû

Turnoveya ping pong ku ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatî organîzekirin, di roja sêyemîn de bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
Turnoveya ping pong bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû
19 sibat, 2022   17:39
TEBQA

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser asta herêmê turnoveya ping pong organîzekiribû. Turnove sê rojan li bajarê Tebqayê pêk hat û bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

Tîma mêran a Cizîrê di asta yekemîn, tîma Tebqa di asta duyemîn de û tîma Reqa di asta sêyemîn de û tîma Firatê di asta çaremîn de bi ser ketin.

Ji bo tîmên jinan jî, tîma Cizîrê di asta yekemîn de û tîma Herêma Firatê di asta duyemîn de bi ser ketin.

Turnove bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

ANHA