Niyaz Hamîd: Tenê gelê Iraqê berdêla aloziyan dide

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd got, neavakirina hikumeta Iraqê dê mîna di salên borî de şerekî mezhebî bi xwe re bîne. Her wiha diyar kir ku PDK`ê endameke çalak di şerê ku dewleta Tirk pêk tîne de ye û dewleta Tirk naxwaze ku herêma Silêmaniyê xwedî taybetmendî û serxwebûn be û naxwaze ku di nava wê de xeta niştîmanî û dengê azazd  pêş bikeve.

Niyaz Hamîd: Tenê gelê Iraqê berdêla aloziyan dide
20 sibat, 2022   01:46
NAVENDA NÛÇEYA

13`ê Sibatê Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î ji bo erka serokkomartiyê rawestand û biryar da ku ku Berhem Salih erka serokatiya komarê bidomîne heta ku serokê nû bê hilbijartin.

Têkildarî aloziya Iraqê nexasim a girêdayî hilbijartinên serokatiyê şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd ji ANHA'yê re axivî.

Niyaz Hamîd behsa aloziya siyasî ya li Iraqê kir ku piştî 2003`an derketiye û wiha axivî: "Tenê gelê Iraqê berdêla vê aloziyê dide. Ev alozî encama destwerdanên herêmî û derve, di serî de destwerdana dewleta Tirk û Îranê ye. Her wiha hêza Amerîkayê nikaribû çareseriyê ji aloziya gelê Iraqê re peyda bike."

Niyaz Hamîd diyar kir ku piştî 2003`an de destûreke nû ji Iraqê re li ser esasê mezhebî neteweyî û li ser esasê parçekirinê hate dayîn, destûreke erênî hevbeş ji Iraqê re nehatiye dayîn û ev tişt got: "Destûr li ser esasê parvekirin û mezhebî hate dayîn. Heta niha ev yek didome. Rola Amerîka, dewletên herêmî, di serî de Îran û dewleta Tirk roleke neynî ye ku heta niha didome û çareserî li gel Amerîkayê tune ye."

Niyaz Hamîd behsa mekanîzmeya hilbijartinan li Iraqê kir û ev tişt anî ziman: "Hilbijartinên Iraqê nûnertiya vîna gel nake. Sedema sereke wekî ku me bi bîr xist destwerdanên derve an ku Îran û Tirkiyê ye. Her wiha hêzên siyasî yên li Iraqê hevkariya hêzên derve di destwerdana Iraqê de dikin. Ew jî destwerdana karûbarên Iraqê rewa dike. Çîna siyasî ya desthilatdar  ali Iraqê nûnertiya îradeya gel nake. Lê belê nûnertiya siyaset dagirker a dewletên dagirker dike nexasim Îran û Tirkiyê ku destwerdana hilbijartinan dikin."

Her wiha Niyaz Hamîd diyar kir ku hêzên siyasî yên li Iraqê her tim sextekariyê di hilbijartinên Iraqê de çêdikin û wiha domand: "Ji ber vê yekê baweriya gelê Iraqê û gelê Kurd bi hilbijartinan nayê. Gel baş dizanin ku ev hêz nûnertiya wan nakin. Lew ra em dibînin ku rêjeya dengdayînê di hilbijartinan de ji sedî 15 – 20 derbas nekir, ji ber gel baş dizane ku parlemento nûnertiya wê nake, ji ber vê yekê jî aloz her tim li Iraqê derdikevin û kûrtir dibin."

Hamîd destnîşan kir ku piştî destwerdana  Amerîka ya li Iraqê di sala 2003`an de û heta niha 5 carin hilbijartin li Iraqê hatin lidarxistin, her wiha diyar kir ku ev hilbijartin nûnertiya îradeya gel nedikir, ji ber wê jî gel beşdarbûna ji hilbijartinan re red dikir û wiha domand: "Rêjeya dengdaran ji sedî 20 derbas nedikir û ew jî dihat sextekirin. Gel jî vê yekê baş zane."

Di demên dawî de di navbera PDK û YNK'ê li ser erka serokatiya komarê de nakokî derketin. Li gorî destûra Iraqê, erka serokatiya komarê para Kurdan e an ku PDK û YNK'ê. Di encamên lihevkirinên YNK û PDK'ê de (Erka serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo PDK'ê ye û erka serokatiya Komara Iraqê ji bo YNK'ê ye).

Li ser vê mijarê şîrovekar Niyaz Hamid got, zihniyeta PDK'ê hebûna partiyên din red dike û wiha pê de çû: " PDK'ê praspektîfên xwe ji dewleta Tirk a dagirker digre. Di sala 2017`an de serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku Dihok û Hewlêr di bin serweriya Barzanî de ne, Barzanî jî hevalê me ye û li dijî PKK`ê ye, ji bilî wan hevalên me tune ne. Ji ber wê jî hebûna YNK`ê red dikin û hewl didin wan lawaz bikin û dûrî aliyê siyasî bixin. Her wiha da ku rola wan di Iraqê de tune be. Ji ber wê jî di 8`ê Tîrmeha 2021`an de derbeyek li dijî xeta neteweyî ya di nava YNK`ê de pêk anî."

'PDK`Ê ENDAMEK ÇALAK DI ŞERÊ TAYBET Ê TIRKIYÊ DE YE'

Hamîd  anî ziman ku PDK`ê endameke çalak di şerê taybet ê dewleta Tirk de ye, dewleta Tirk naxwaze ku herêma Silêmaniyê xwedî taybetmendî û serxebûnê be, her wiha naxwaze ku xeta neteweyî û dengê azadiyê dê di nava wê de pêş bikeve.

Girêdayî peymana di navbera serokê Tevgera Sedir, PDK`ê û El-Helbûsî de hate îmzekirin, Niyaz Hamîd ev tişt got: "Ev peymaneke tirkî – îmaratî – siûdî ye û bi destekdayîna îsraîlî ye. Armanca wê ew e ku bi rêya hiblijartinên sexte eniyekê li dijî Îranê ava bikin. Beriya hilbijartinan erk hatin belavkirin û bi hilbijartinan hate lîstin da ku dengê azadiyê dernekeve. Armanc ew ku nexşerêya ku li ser li hev kirine pêk bînin."

Niyazî Hamîd destnîşan kir ku di hilbijartinên ku di demên dawî de çêbûne, tu tune ne û got: " Di peymana ku di navbera PDK`ê û El-Sedir de hatiye îmzekirin tiştek ji bo gelê Kurd tune ye. Ew peymanek ji bo berjewendiyên partiyetî û malbatî yên teng e. Gelê Iraqê û gelê Kurd tu sûdê ji vê peymanê nagre."

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd da zanîn ku peymana sê alî ya girêdayî dewleta Tirk, Îmarat û Erebistana Siûdî aloziya Iraqê kûrtir kir û ev tişt anî ziman: "Peymana di navbera her sê aliyan, dewleta Tirk, Îmarat û Erebistana Siûdî de aloziyan zêdetir derdixe. Wek ku em dizanin ku hebûneke mezin a dewleta Tirk û Îranê li Iraqê heye. Ji ber wê jî hikumet û parlementoya Iraqê nûnertiya gel û îradeya wî ya qeydkirî ku di destê van dewletan de ye, nake. Ji ber wê jî gelek pirsgirêk û aloziyan derdixe û gel berdêla vê yekê dide."

Niyaz Hamîd diyar kir ku PDK`ê bi rêya siyaseta xwe bi agir dilîze, dikare rolekê di navbera her du dewletan de bilîze.

Şîrovekarê siyarî Niyaz Hamîd di dawiyê de got, neavakirina hikumetê dê mîna salên 1994, 2006 , 2007 û 2008`an alozî û şerekî mezin mezhebî bi xwe derxîne, hege rewş bi vî awayî dewam bike dibe ku di sala 2022`an de şerekî mezhebî çêbibe.

(bx)

ANHA