​​​​​​​Panorama hefteyê: Baregeha Himêmîm derbasî xeta aloziya Ukraynayê bû

Baregeha Himêmîm a rojavayê Sûriyê derbasî xeta aloziya di navbera Moskovê û NATO`yê de bû, nexasim piştî ku mezintirîn tetbîqatên Rûsyayê li Deryayê Spî hatin pêkanîn, her wiha rê li ber îzmekirina peymana sînorê deryayî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de vedike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Baregeha Himêmîm derbasî xeta aloziya Ukraynayê bû
20 sibat, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkiliya baregeha Himêmîm bi aloziya Rûsyaya rojava, dosyaya xêzkirina sînor ê di navbera Lubnan û Îsraîlê de, her wiha rewşa Tunisê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

`BAREGEHA HIMÊMÎM DERBASÎ XETA ALOZIYA UKRAYNAYÊ BÛ`

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Êdî baregeha Himêmîm a rojavayê Sûriyê derbasî xeta aloziya di navbera Moskovê û NATO`yê de bû, nexasim piştî ku xetertirîn balafir û moşek li baregehê hatin bicihkirin. Her wiha wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu gihaşt baregehê da ku çavdêriya mezintirîn tedbîqatên Rûsyayê li Deryayê Spî yê rojavayê Sûriyê bike, li gel rahênanên deryayî yên NATO`yê li Deryayê Spî.

Rojnameya El-Baas a berdevkê partiya desthildar a Sûriyê, diyar kir ku piştî ku Moskovê pêşniyara pêkanîna bazaran; Ukrayna li beramber Sûriyê ya Washingtonê qebûl nekir, Shoigu serdana Sûriyê kir.

Êdî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê bêtir bi eniya Ukraynayê ve hatiya girêdan. Li rex wê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê hene ku bi erêkirina Rûsyayê pêk tên. Til Evîv ji bo ku Moskovê aciz neke, pergala “Qube Hedidiye” (Iron Dome) nefrot Keivê.”

‘LUBNAN Û ÎSRAÎL DOSYAYA XÊZKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ ÇARESER DIKIN’

Der barê vê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên îsraîlî ku agahiyên xwe dispêrên rayedarên payebilind ên pergala ewlehiyê, got piştî ku Hizbullaha Lubnanê bi awayekî neeşkere domandina diyalogan erê kir, êdî rê vekirî ye ku lihevkirineke deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi navbeynkariya Amerîkayê pêk were.

Siyasetmedarên lubnanî hêvî dikin ku madeyên hîdrokarbondîoksît ên li deryayê dê welêt ji bin barê deynan xilas bike. Her wiha dê her du welat ji gaza li herêma nakok sûdê bigirin û dê Lubnan ji aloziya xwe ya aborî xilas bibe.

Li gorî lihevkirinê, dê şîrketên enerjiyê yên navneteweyî mafê lêgerînê û derxistina gazê bi dest bixin û dê her du welat bi navbeynkariya aliyeke navneteweyî, rêjeya qezencê ya her yekê diyar bikin.”

` SEROKÊ TUNISÊ QEYS SEÎD DÊ GELEK BIRIYARA BIDE`

Girêdayî rewşa li Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hemû aliyên Tunisê li benda encamên fermana serokatiyê ne ku meclisek ji bo şopandina kar û barên dadgeha edlî, rêveberî û malî li şûna meclisa bilind a dadgehê bê avakirin. Meclisa nû ku bi navê meclisa bilind a demkî ya dadgeriyê tê naskirin, rê nade ku xebateke komî ya orgenîzekirî bê kirin ku bibe sedema betalkirina kar û xebatên dadgehan. 

Tê payîn ku serokê yekemîn ê dadgehê bibe serokê meclisa bilind a demkî ya dadgeriyê û serokê yekemîn ê dadgeha îdarî û serokê dadgeha hesabxwestinê dê bibin cîgirên wî. Sazûmaniya nû ya meclisa demkî ji meclisa demkî ya dadgeha edlî, meclisa demkî ya dadgeha îdarî û meclisa demkî ya dadgeha malî pêk tê.

Li gorî çavdêran, dê di dema bê de, saziya dadgerî ji serweriya Ixwanan xilas bibe. Ev yek dê qanûnê aktîf bike ku sûcdarên sûcên teror, gendelî û bûyerên kuştinê ceza bike.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, serokê Tunisê Qeys Seîd piştî çareserkirina dadgeriyê, dê di dema bê de gelek biryarên nû têkildarî girtina tedbîran ji bo rastkirina warên cuda yên stratejîk, bide.”

ANHA