ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-02-2022
20 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şehîd Cuma Hemîd li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugurê oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê şehîd Ehmed Hesen Hasûd li Goristana Şehîd Iqab El-Eswed a navçeya Til Koçerê oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi banga wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, dest bi çalakiya kon dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Aboriya civakî bingeha serkeftina neteweya demokratîk e", konferansa xwe ya yekemîn li  hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyan diyar kirin Rojava di çarçoveya zindîkirina zimanê dayikê di civakê de di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û dane zanîn ku ev yek dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê bike û gotin: "Gelê Kurd bi girêdana bi zimanê xwe ve hebûna xwe parast." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Baregeha Himêmîm a rojavayê Sûriyê derbasî xeta aloziya di navbera Moskovê û NATO`yê de bû, nexasim piştî ku mezintirîn tetbîqatên Rûsyayê li Deryayê Spî hatin pêkanîn, her wiha rê li ber îzmekirina peymana sînorê deryayî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de vedike.

POLÎTÎKA

- Şîrovekarê siyasî Niyaz Hemîd got, neavakirina hikumeta Iraqê dê mîna di salên borî de şerekî mezhebî bi xwe re bîne. Her wiha diyar kir ku PDK`ê endameke çalak di şerê ku dewleta Tirk pêk tîne de ye û dewleta Tirk naxwaze ku herêma Silêmaniyê xwedî taybetmendî û serxwebûn be û naxwaze ku di nava wê de xeta niştîmanî û dengê azazd  pêş bikeve. (BI WÊNE).

ANHA