Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kargeheke madeyên teqemeniyê dît

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kargeheke madeyên teqemeniyê ya çeteyên DAIŞ`ê desteser kir. Di kargehê de madeyên teqemenî, madeyên çêkirina bombeyan û mayînan hebûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kargeheke madeyên teqemeniyê dît
20 sibat, 2022   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da: "Hêzên Ewlekariyê li Reqayê 20`ê Sibatê kargeheke kevn a çeteyên DAIŞ`ê desteser kir. Di kargehê de madeyên teqemenî û madeyên çêkirina bombeyan hene.

Odeya operasyonên navendî ragihand ku maleke bi guman li kêleka dêrê heye ku madeyên teqemeniyê tê de hene. Li ser van agahiyan hêzên me û Tîma Endezyariya Bêbandorkirina Mayînan berê xwe dan deverê. Hêzan yekser derdor dorpêç kir û welatî dûrxistin da ku tîm dest bi kontrolkirina malê bike.  

Madeyên di malê de hatine dîtin ev in:

-Madeya TNT (1 kg)

- Macûna teqemenî hecm ribek kg (0, 25)

-Mayîn (1)

-Bombeyên destên ên rûsî, 2

-Bombeyeke li herêmê hatiye çêkirin, 1

-Cebilxane cureya (12.5), 2

-Kabsûlên mayînên elektrîk, 30

-Kabsûlên seriyên topan, 6

-Kabsûlên bombeyan, 5

-Mask, 1

Ev made hatin bê bandorkirin, beyîn zirar çê bibin.  

Di dawiyê de em bang li welatiyan dikin ku hişyar bin û dema cismên bi guman dîtin, yekser agahiyê bidin navendên hêzên me da ku parastina aştiya giştî were kirin."

(eh)