​​​​​​​Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava derket

Bi manşeta “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan, Em ê bi Tolhildanê Agirê Azadiyê Geş Bikin” hejmara yekemîn a sala 2022`an a Kovara Silava derket.

​​​​​​​Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava derket
19 sibat, 2022   17:42
QAMIŞLO

Hejmara yekemîn a sala 2022'yan  Kovara Silava ya Yekitiya Jinên Ciwan derket.

Jinên Ciwan di hejmara yekemîn a sala nû ya konvarê de cih dan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, salvegera Şehîd Viyan Soran, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan û Rojîn, berxwedana girtiyên jin di girtîgehên dewleta Tirk de, berxwedana Garê û berxwedana YJA Starê.

Kovara Silava bi zimanê erebî û kurdî weşanê dike, li ser her du rûpelên derdora kovarê de wêneyên şehîd Sakîne Cansiz û endamên Yekitiya Jinên Ciwan ku di encamê bomebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê şehîd bûbûn, hatine dayîn.

Kovara Silava, di sala 2014`an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar aliyên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî digre dest.

(sb)

ANHA