Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû

Di çarçoveya dewreyên perwerdeyê yên ku ji aliyê PYD'ê ve têne vekirin, dewreya fêrbûna zimanê kurdî ya 15 xwendekaran bi dawî bû.

Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
Li Kobanê dewreya perwerdeyê ya fêrbûna zimanê Kurdî bi dawî bû
19 sibat, 2022   15:09
KOBANÊ

Dewreya fêrbûna zimanê kurdî ya 15 xwendekaran a bi navê Şehîd Şêrko Kobanê  ku ji aliyê PYD'ê ve hatibû birêxistinkirin, bi merasîmekê bi dawî bû.  Merasîm bi beşdarbûna bi sedan kesî li gundê Taşlok ê 20 km dikeve başûrê rojavayê Kobanê hate lidarxistin.

Ev dewre ya 4'emîn e, beriya wê PYD'ê 3 dewreyên din li gundê Elîşar, Qeremox û Xirbisan vekiribû.

Di merasîmê derçûnê de, Hevserokê Meclisa Bajarokê Taşlok Mihemed Xidir axivî û diyar kir ku çalakiyên fêrbûna bi zimanê dayikê bersiva herî xurt li hemberî dijminên gelê Kurd e û îsbat dike ku gelê bi ziman û çanda xwe zindî ye.

Endamê PYD'ê Ebdulezîz Mehmûd jî destnîşan kir ku parastina ziman û çanda kurdî ereke dîrokî û got: "Herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, ji hemûyan tê xwestin ku di hemû qadan de bi taybet di qada parastina ziman û destkeftiyên şoreşê de kedeke mezin bide."

Di merasîmê de endama Rêveber a Kongra Star a navçeya Şêranê Selama Etê bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojava de û wiha domand: "Jin di çarçoveya serxistina şoreşê de roj bi roj xwe îsbat dike ku dikare gavên mezin bavêje. Jin li ser fikirê rêbertî dimeşe ku roleke pêşeng daye wê."

Di dawiyê de bawernameyên zimanê kurdî li xwendekarên derçûyî hatin belavkirin.

ANHA