Li Reqayê hemleya çandina daran dest pê kir

Di çarçoveya pêngava çandina daran a Meclisa Sivîl a Reqayê û Şaredariya Gel de, îro li Baxçeyê Giştî yê bajêr zêdetirî 11 hezar dar hatin çandin.

Li Reqayê hemleya çandina daran dest pê kir
Li Reqayê hemleya çandina daran dest pê kir
Li Reqayê hemleya çandina daran dest pê kir
Li Reqayê hemleya çandina daran dest pê kir
19 sibat, 2022   10:46
REQA

Meclisa Sivîl û Şaredariya Gel a Reqayê li Baxçeyê Siwer Reşîd ê li Reqayê dest bi çandina daran kir. Endamên saziyên sivîl û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li pêngavê bûn.

Di çarçoveya pêngavê de, zêdetirî 11 hezar dar li baxçeyên bajêr hatin çandin. Her wiha tê payîn ku 3 hezar darên din jî werin çandin.

Li Reqayê 10 baxçeyên giştî hene.

(eh)

ANHA