Li Tirkiyê sûcên li dijî penaberên sûrî zêde dibin: 2 xwişk rastî lêdanê hatin

Li Tirkiyê sûcên li dijî penaberên sûrî yên ji ber şerê li Sûriyê reviyane Tirkiyê, zêde dibin. Mînaka herî dawî jî, komeke xwendekaran li 2 xwişkên xwendekar xist.

Li Tirkiyê sûcên li dijî penaberên sûrî zêde dibin: 2 xwişk rastî lêdanê hatin
19 sibat, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku nîjadperestiya li dijî penaberên sûrî ku ji ber şerê li Sûriyê reviyane Tirkiyê, zêde bûye. Li bajarê Stenbol ê Tirkiyê xwendekarên dibistanekê li 2 xwendekarên xwişkên hev xist.

Komeke xwendekarên amadehiyê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, li 2 xwendekarên sûrî dan.

Beriya niha hin xwendekarên amadehî êrişên bedenî û lefzî li dijî her du xwişkan kiribûn, lê vê carê êrişên bedenî li dijî wan pêk anîn.

Penaberên sûrî yên li Tirkiyê zehmetiya kiryarên nîjadperestiyê, rewşa aborî û debarê dikişînin ji ber ku qanûnekî parastina penaberên sûrî li Tirkiyê bike tune ye û hemwelatiyên tirkî sûriyan sedema krîza welatê xwe dibînin.

SOHR`ê bang kir ku zext li hikumeta Tirk bê kirin da ku li gorî pîvanên navneteweyî qanûnan ji bo parastina penaberan amade bike.

(eh)