DYA: Li dijî DAIŞ`ê em piştevanên QSD`ê ne

Nûnerê DYA’yê yê li Sûriyê Ethan Goldrich diyar kir ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî asteng dike û got “Li dijî êrişên DAIŞ`ê hevkariya bi QSD`ê re girîng e.”

DYA: Li dijî DAIŞ`ê em piştevanên QSD`ê ne
19 sibat, 2022   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Sûriyê û cîgirê wezîrê karên derve yê DYA’yê Ethan Goldrich ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî. Goldrich got: "Helwesta me ya ji normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Esed re neguheriye, em tev li kar û xebata normalîzekirina têkiliyên bi rejîmê re yan jî ji nû ve avakirina sazûmaniya wê nebûne. Cezayên me yên li ser rejîmê Esed neguharîne, lê belê em hîn jî cezayên nû lê dibirin da ku em pabendiya xwe bi mafên mirovan û Qanûna Qeyser bidin xuyakirin.”

Têkildarî biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî jî Ethan Goldrich got: "Bê guman rejîma Esed li hemberî pêşdeçûna vê rêgehê, mezintirîn kelem e. Îsbata vê yekê jî encamên gera şeşan a nîqaşên Komîteya Destûrê ya Cotmeha 2021`ê in ku niyeta rejîmê ya çareseriya siyasî tune ye."

Têkildarî stratejiya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, nexasim piştî kuştina serçete Ebû Îbrahîm El-Qureyşî Goldrich wiha axivî: "Êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran mînakeke berçav e ku DAIŞ hîn jî gefan li ewlehiya DYA`yê û civata navneteweyî dixwe. Her wiha girîngiya piştgiriya me ya ji QSD`ê re da xuyakirin. Kar û xebata hevkarên me yên xwecih li kêleka Koalîsyonê li dijî DAIŞ`ê, hêza me ya li ser sînordarkirina êrişan mîsoger kir.”

Goldrich diyar kir ku êrişên li Hesekê girîngiya kontrolkirina xeterEya DAIŞ`ê nîşan da û got: "Divê dewletên ku welatiyên wan di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, wan wergirin û darizînin."

Ethan Goldrich got: "Li kêleka QSD`ê û hevkarên herêmî em parastina hebûna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku careke din DAIŞ zindî nebe."

(eh)