HRRK amadehiya pêşbirka helbestan dike

HRRK`ê amadehiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan dike. Berhem dê heta 1`ê Adarê bên qebûlkirin. Helbestvan Ciwanê Abdal têkildarî mijarê got: “Ciwanên Kurd asoyên nû li helbestê zêde dikin. Ji ber germahiya hestên wan, nerînên wan jî berfirehtir in.”

HRRK amadehiya pêşbirka helbestan dike
19 sibat, 2022   07:31
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) tevî Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya li Brîtanyayê amadehiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan  sala 2022`yan dike.

Di sala 2021’an de HRRK’ê yekemîn pêşbirk pêk hatibû. Der barê pêşbirkê û helbestvanên ciwan de helbestvan û nivîskarê endamê HRRK`ê Ciwanê Abdal ji ANHA`yê re axivî.

Ciwanê Abdal got: “Par 25 helbestvan tev li pêşbirkê bûn. A rastî gavên mezin hebûn, ev çalakî rê li ber hemû temenan vedike.”

Ciwanê Abdal têkildarî bandora şoreşa Rojava ya li ser ciwanên Kurd wiha axivî: “Bi şoreşê re derfeteke mezin ji bo ciwanan çêbû. Di van salên dawîn de helbesta kurdî bi ser ket, bi awayekî nûjen tê nivîsandin.”

Ciwanê Abdal destnîşan kir ku ji ber hestên ciwanan ên tenik, herî zêde helbestên nûjen dinivîsin û wiha got: “Nêrîna ciwanên Kurd di jiyanê de pirtir e; helbestan zû dinivîsin, asoyên nû tev li helbesta xwe dikin. Ji ber germahiya hestên wan nêrînên wan berfirehtir in. Bi vê yekê helbestên hêja û xweş ji ramanên wan derdikevin. Mirov dikare ji wan hîn bibe.”

Abdal wiha dom kir: “Lê mirov gelek wêneyan tê re dibîne, tevî wê jî qutkirin tê de heye, ji ber ku divê di ezmûnan re derbas bibin, tecrube ji wan re lazim e heta bigihêjin asteke bilindtir. Ji ber vê yekê divê mirov li ciwanan guhdar be.”

Li gorî komîteya amadekar a pêşbirkê, şertên tevlêbûnê wiha ne:

- Pêşbirk bi zimanê kurdî ye.

- Kesên ku beşdarî pêşbirkê dibin, divê ji niştecihên Rojava û Sûriyê bin.

- Divê temenê kesên beşdar di navbera 18-30 saliyê de be.

- Divê helbesta ku beşdarî pêşbirkê bibe li tu deran nehatibe belavkirin û beşdarî pêşbirkan nebûbe.

- Divê helbest ji 10 malikan ne kêmtir û ji 50 malikan ne zêdetir be.

Berhem ji aliyê HRRK`ê ve heta 1’ê Adarê tên qebûlkirin. HRRK dê di 29`ê Adarê de navên xelatgiran li navenda xwe ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê ragihîne.

Xelat jî wiha ne: Helbestvanê yekemîn; 500 dolar, duyemîn; 300 dolar û sêyemîn; 200 dolar.

ANHA