​​​​​​​Cemal Şerîk: Divê em li dijî tecrîdê xwedî li berxwedana Îmraliyê derkevin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku bi Komploya Navneteweyî hate xwestin ku rêber Abdullah Ocalan ji dewrê derxin û li dijî tecrîd û faşîzmê banga kombûna li dora berxwedana Îmraliyê kir.

​​​​​​​Cemal Şerîk: Divê em li dijî tecrîdê xwedî li berxwedana Îmraliyê derkevin
19 sibat, 2022   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk li ser salvegera Komploya Navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Cemal Şerîk diyar kir ku bi komployê hatiye xwestin ku rêber Abdullah Ocalan ji dewrê were derxistin û pêvajoya komployê li her deverê hatiye berbelavkirin. Şerîk diyar kir li ber wan peywir û berpirsyariyên mezin hene û got: “Divê li dora berxwedaniya mezin a li Imraliyê em kom bibin.”

Şerîk der barê armanca komployê de got: “Heke hêzên navneteweyî bi êrişa li ser Rêber Apo bigihaştana armanca xwe, ji alî xwe ve wê çareyek ji pirsa Kurd re bidîtana. Helbet, çareseriya wan qirkirina Kurdan bû. Di şexsê Rêber Apo de ya ku dabûne ber xwe ev bû. Her wiha di şexsê Rêber Apo de bi tasfiyekirina PKK’ê li pêş qirkirina Kurdan jî wê berxwedanî asteng bikirana. Lê qonaxa ku Komploya Navneteweyî niha tê de ye nîşan da ku ev qet ne wiha ye. Bi Komploya Navneteweyî ne ku tenê Rêber Apo kirin hedef. Ne tenê PKK kirin hedef. Ne tenê qirkirina Kurdan kirin hedef. Li gel van hemûyan hewl hate dayin ku pergaleke nû li cîhane bifesilînin. Navê pergala nû ku hewl dan danîn, kirin ‘Pergala Nû ya Cîhanî”. Hedefa sereke ya ji komploya li ser Rêber Apo ev bû.

Li pêş pergala nû ya cîhanî ku hêzên sermiyana cîhanî dixwestin ava bikin, astan herî mezin Rêber Apo didîtin û xwestin ku Rêber Apo ji dewrê derxin. Û di qonaxa berdest de tê dîtin ku ev bi ser nexistine.”

Şerîk bi berdewamî bal kiaşnde ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ketiye sala 30’î, diyar kir şer pêşî li Rojhilata Navîn dest pê kiriye, bi rêberê Abdullah Ocalan re xwetin ku vê bînin ber qonaxeke diyar û got Şerê Cihanê yê Sêyan tenê bi Kurdistanê û Rojhilata Navîn re ne sînordar e û li cîhanê li qadeke berfireh berbelav bûye.

Şerîk bi domdarî got: “Le li gel ve jî berxwedana Imraliyê didome. Li Kurdistnae berxwedan didome, li Rojhilata Navîn berxwedan didome û ev jî li djî pergala nû ya cîhanê bi rengê pratîkbûna tercîhên xwe yên gelan berbiçav dibe.”

Şerîk got di nav 23 salên ji komployê û wr ve li Kurdistanê komkujiyên mezin hatine kirin, êrişên mezin anîne, van komkujî û êrişan kirine ku berxwedanî geş bibe lê bi van berxwedanan re hin rastî jî derketine holê û got: “Di serê van rastiyan de jî ya ku diyar dibe Komploya Navneteweyî qirkirina Kurdan e. “

Şerîk rola DYA, Îsraîl, Îngilistan, dewletên Ewropayê, hêzên xayin û hevkar ya di komployê de bi bîr xist, diyar kir kompolo êrişeke hevpar ya van hêzan bû, destê hemûyan di xwîna Kurdan de heye û got: “Ji ber vê jî kompoloya navneteweyî her wiha li qada navneteweyî weke êrişa qirker a hevpar a Kurdan e. Belkî li ti devera cîhanê qirkirine wiha bi hevkarî, li qada navneteweyî pêk nehatiye. Di nav van 23 salan de ev hêla qirkirina Kurdan, hate maneya têkoşîna bi asta navneteweyî. Peywir û berpirsyariya ku li qada navneteweyî bi serfiraziyê encam bibe li ber me danî. A rast pêvajoya 23 salên derbasbûyî careke dî nîşan da ku ev rast e.”

Şerîk wiha pê de çû: “Ev berxwedan her wiha li qada navneteweyî li dijî modernîteya kapîstalîst dibe bexwedana hevpar a gelan. Ji vî alî ve li dijî Komploya Navneteweyî jî tê maneya bersiva herî mezin, herî berfireh û navneteweyî. Ev di Şoreşa Rojava de xwe bi rengekî berbiça nîşan da, di bîranî şehîdên enternasyonalîst de ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûn, xwe bi rengekî zelal danî holê. Ji ber vê li dijî Komploya Navneteweyî her wiha li qada navneteweyî bû berxwedan. Û berxwedan îro jî didome. Li Imraliyê didome. Îro li dora vê berxwedana mezin hemû mirovahî tê cem hev. Îro çalakiyên xwedîderketina li Rêbertî ya li qada navneteweyî, berxwedana li dijî tecrîda mitleq, berxwedana bi daxwaza azadiya Rêbertî, ya ku Rêbertî diparêzin û ji bo wê têdikoşin tê vê maneyê.

Ji ber vê jî di rewşeke wiha de ku em dikevin salvegera nû ya Komploya Navneteweyî li ber me têkoşîneke mezin, peywir û berpirsyariyên meztir hene.

Çi ye ev? Di serî de li dora berxwedana li Imraliyê ku ev 23 sal in didome û her roja wê bi qasî salekê ye divê mirov zêdetir kom bibe. Divê were dîtin şikandina tecrîda li wir her wiha tê maneya geşkirina têkoşîna dijî faşîzmê. Astengiya li ber geedan û demokratîkbûna gelan a ku wê bibe derbeke giran li mêtingeriya TC’ê ku dixwaze paşveroja gelên Kurdistanê û Tirkiyê û Rojhilata Navîn tarî bike, tê dîtin, bi kombûna li dora têkoşîna bi navenda Imraliyê wê pêk were. Li qada navneteweyî jî wê were maneya paşveçûna hêzên sermiyadar ên global. Ji vî alî ve jî tê maneya ku têkoşîna demokrasi û azadiyê ya gelên cîhanê wê zêdetir geş bibe. Helbet di serî de wê şoreşa Kurdistanê û paşeroja gelên Rojhilata Navîn were mîsogerkirin. “

Şerîk bi berdewamî got: “Heke lêzimiyên vê têkoşînê were bicihanîn li Tirkiyê faşizm wê bi paş ve biçe, wê tecrîd were şikandin, gelê Kurdistanê azad bibe û ev ê jî rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn veke. Bi peywir û berpirsyariyeke wiha di sala 24’an de em dikevin serdema têkoşînê. Divê em peywir û berpirsyariya têkoşîna serdema nû bi cih bînin. Ev têkoşîn wê wiha ne hêsan be. Wê berdêlên mezin werin dayin. Berxwedana dema Komploya Navneteweyî pêk anî jî, nîşan dide ku ev ê wiha be.”

Şerîk bi berdewamî berxwedana Kurdan, milîtanên Apoyî û dilxwazên Apoyî yê dema ku kompoloya navneteweyî hatî rojevê, hate nişandan bi bîr xist, diyar kir vê berxwedanê rêya berxwedanê ronî kiriye, li pey hev êrişên mezin anîne li Bakurê Kurdistnaê, Tirkiyê û hemû parçeyên Kurdistanê û got: niha jî ev êriş didomin û got li dijî van êrişan berxwedaniya mezin heye û berxwedana gerîlya li Qadên Parastina Medyayê, berxwedana gel bi bîr xist û got di salvegera komployê de tişta hewce ew e ku peywir û berpirsyarî werin bicihanîn.

Şerîk got ev berpirsyarî ne tenê li ser gerîla ye, hewce ye ku li baran jî têkoşîn hebe, li metropolan, li deştan û li derveyî welat, li qada navneteweyî, hezên demokratîk, sosyalist jî vê peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin û got: “Heke em di vê têkoşînê de peywira xwe bi cih bînin em ê li bara Rêber Apo jî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Li bara Rêber Apo û gel ev ê bibe xelata herî mezin.”