Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê dîsa dest pê kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, îstîfayên di hikumeta El-Debîbe û kar û barên Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê dîsa dest pê kir
19 sibat, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

`XWEPÊŞANDANÊN LI SIWEYDAYÊ DÎSA DEST PÊ KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê wiha nivisî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şênî û niştecihên çiyayê El-Ereb ê Siweydayê, duh dîsa li hember biryarên hikumeta Şamê xwepêşandan li dar xistin. Beriya çend rojan şêniyan navber dabû û dem dabû hikumeta Şamê da ku daxwazên wan bîne cihe. SOHR`ê diyar kir ku şêniyên herêmê yên durzî, duh sibê çûn ser gora Sultan Başa El-Atraş a li bajarokê Qirya û destpêkirina xwepêşandanan ragihand.

Hêzên hikumeta Şamê di 10 rojên dawîn de gelek sewqiyatên mezin anîn herêmê.”

`ÎSTIFAYÊN DI HIKUMETA EL-DEBIBE DE`

Rojnameya El-Ereb der barê rojeva Lîbyayê de wiha nivisî: “Beriya ragihandina Fathî Başaxa avakirina tîma xwe, gelek rayedar di hikumeta El-Debîbe de îstîfa dikin. Serokê Desteya Giştî ya Peywendiyan ji erka xwe îstîfa kir. Beriya wê jî, wezîrê perwerdeya bilind û lêkolîna zanyarî ji erka xwe îstîfa kir û bang li wezîrên din ên hikumeta El-Debîbe kir ku ji bo parastina yekitiya welêt, îstîfa bikin.

10`ê Sibatê parlamentoyê bi erêkirina giştî, Başaxa wek serokê hikumeta nû hilbijart, piştî ku Ebdulhemîd El-Debîbe nikarî hilbijartinan li dar bixe.

Li aliyekî din Başaxa şêwirên xwe ji bo avakirina hikumetê zêde kir. Li gel metirsiyên rûdana şerekî dijwar û vegera nakokiya çekdarî, El-Debîbe qebûl nake desthilatê radest bike.”

`LI LUBNANÊ METIRSIYÊN PAŞDEÇÛNA XEBATÊN SIYASÎ`

Girêdayî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel rikberiyên siyasî yên ku El-Ehid bi rêya dadger Xade Ewn li dijî hakimê banka Lubnanê Riyad Selamê û mudirê giştî yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Îmad Omsan daye destpêkirin, metirsî hene ku ev yek bandorê li meclisa wezîran bike.

Di encamê de dadwerî û ewlehî bi şerên ku gelekan bi şerê tasfiyakirina hesaban beriya hilbijartinan bi nav kirin, têne mijulkirin, lê bi giştî ji vê rewşê xuya dibe ku xebatên siyasî yên hikomî bi paş dikevin.”

(şx)