Xêzkirina sînorê deryayî yê Lubnanê dîsa dikeve rojevê

Bi mijaraê xêzkirina sînorê deryayî yê di navbera Lubnan û Îsraîlê de, navbeynkarê DYA'yê hevdîtin bi serokkomarê Lubnanê Michel Ewn re pêk anî. Gelo pêşniyarên nû yên Amerîkayê çi ne?, gelo ev temamkirina siyaseta lihevkirinê ye?, nemaze ku balyozê DYA'ê gotibû, lihevkirin wê pêşketinê bi xwe re bîne ku pêwîstiya Lubnanê pê heye.

Xêzkirina sînorê deryayî yê Lubnanê dîsa dikeve rojevê
19 sibat, 2022   06:42
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Piştî çend mehan ji rawestandina diyalogên nerasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê de yên derbarê xêzkirina sînorê deryayî de, navbeynkarî DYA'ê yê bi pêşniyarên nû hewl dide ku careke din diyalogan berdewam bike.

Nûnerê DYA'yê yê li Lubnanê Amush Hochstein bi Serokomarê Lubnanê Michel Awn, serokê hikumetê Necîbe Miqatî û serokê parlamentoyê Nebîh Berî re civiya. Ewn pêşniyarên nûnerê DYA'yê wergirtin da ku welatî wî li ser nîqaş bike. Heman demê Hochstein ragihand ku divê Lubnan biryar bide heger bixwaze lihevkirinê bi Îsraîlê re pêk bîne ku karibe "Derbasî xebatên lêgerîna petrolê bibe û îstîsmarên biyanî li welat û çalakiyên aborî û çavkaniyên taybet werbigirin."

Ev biryar ne hêsan e, ji ber ku li gorî nexşeyên ku li gel Neteweyên Yekbûyî hatiye destnîşankirn, tê wateya çareserkirina rewşa 860 km, ku ew devera nakok e. Lê ew israr dike ku devera nakok 2,290 km ye. Li vir bingeha nakokiyê ne tenê di navbera her du aliyan de, lê di heman demê de li Lubnanê bi xwe jî ye. Di hundir de jî diyar e ku deng ne yek û nakokî li ser mijarê hene.

General Besam Yasîn pejirandina xêta 23 di dosyaya xêzkirinê de wekî "Windahiyeke pêşîn" bi nav dike û diyar dike ku ev yek daxwaza Îsraîlê û çi bixwaze pêk tîne. Ewn jî ev daxuyanî red kir û bi astenkirina xebatên xêzkirinê wesif kir.

Yasîn di hevpeyvînekê li gel televîzyonekê de ragihand ku wî di civîna li gel navbeynarkî Amerîkê yê di dosyaya xêzkirina sînor de Amush Hochstein, bi amadebûna balyoza DYA'yê Dorothy Shea dev ji xeta 29 berdaye.

Yasîn navbeynkarê DYA'ê agahdar kir ku xeta di navbera 23 û 29 tê qebûlkirin, lê divê Heqilê Qana yê petrolê were parastin û wiha got: "Di danûstandinan de tawîz hene û kes her tiştî nagire. Ev tiştekî normal e. Ne mimkûn e bêyî berdêlan tawîz bên dayîn. Ragihandina Lubnanê ku xeta wê ya danûstandinan 23 ye, xisarekê nîşan dide. Me her tişt bê pere da û me tişta ku Îsraîl dixwest pêk anî."

Yasîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Beriya danûstandinan xeta sor a me hebû ku em dev jê bernedin û 860 km were dorpêçkirin, û me li ser vê yekê ji Serok Awn re lihevkirinek girt.  Armanca Îsraîl û Amerîka di danûstandinan de ew bû ku me bixin quncika 860 km,  lê ew bi ser neketin û me dev jê berneda."

Yasîn her wiha got: "Xeta 23 ti bingeheke yasayî jê re nîne, demagojîk hatiye xêzkirinû ti rêgezeke xêzkirinê tine ye ku ji deryayê dest pê kiriye û ji Ras El-Naqûra dest pê nake."

Çalakvanê ji Lubnanê Ûsama Wehbê ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku derbarê xeta xêzkirina sînorê deryayî bi Îsraîlê re nakokiyên mezin li Lubnanê hene û gelek hesabên teng ên aliyên siyasî yên têkildarî van danûstandinan hene.

Wehbê got, şandeye Lubnanê ya mûzakeriyan a bi serokatiya general Besam Yasîn mafên deryayî yên Lubnanê baş dizane û li gel wî hemû delîl û belge hene ku dibêjin xeta 29 xeta danûstandin e, lê serokkomar û desthilata siyasî ya serokatiya hikumetê û parlamanter dev ji xeta 29 berand û serokkomar got xeta 23 xeta danûstandinan e.

PERTROL Û GAZA LUBNANÊ DI NAVBERA MAF Û BAZARAN DE YE

Şîrovekar dibêjin ku pejirandina xêta 23'an ji aliyê Lubnanê ve di diyarkirina sînorên deryayî de, îhtîmalek ji bo razîkirina Amerîkayê ye, nemaze ku Washingotin berpirsên Lubnanî bi birîna cezayan tehdîd dike.  Ev xal bi taybetî rê li ber gumanan li ser serokkomarê Lubnanê vedike û siyaseta wî ya ku nêzîktirî bazar û danûstandinê ye dixe bin pirsê.

Li beramberî vê yekê girseyek mezin di wê baweriyê de ye ku wê Lubnan dev ji mafê xwe bernede û tercîh dikin ku Hizbullah wê di dema guncaw de mudaxele bike da ku Îsraîl neçar bike ku şertên Lubnanê qebûl bike an jî danûstandina rawestîne û saziyên ku Îsraîlê ew bi derxistina gazê di sînorê deryayî de erkdar kirine neçar bike ku xebatên xwe rawestîne.

Li beramberî vê yekê, Amerîka wê rola xwe wekî navbeynkar berdewam bike da ku bighêje lihevkirinekê di navbera Lubnan û Îsraîlê de û bi rêya vê lihevkirinên destkeftiyên siyasî û aborî qezenc bike. Piştî derxistina petrol ji deryayê, Îsraîlê dê heta astekê serxwebûna aborî qezenc bike ku bi wê re dê bacgirên li DYA'ê nefesê bikişînin. Di aliyê siyasî de jî destkeftî pir in ku Îsraîlê dixwaze dawî li hemû fikarên têkildarî qeyrana têkiliyên bi Çîn û Rûsyayê re bîne, ji wê zêdetir derbeyeke xurt li Hizbullah bixe.

Pirsgirêka xêzkirina sînorê deryayî di navbera Lubnan û Îsraîlê de gelek pirsan li ser pêşeroja têkiliyên her du aliyan û îhtîmala normalîzekirinê radixe pêş.

Tevî ku gelek welatên ereban têkilî bi Îsraîlê re normalize kirine, lê rewşa Lubnanê cuda ye ku bi salan bi Îsraîlê re di nava nakokiyan de ye, stasyona wê ya sereke rizgarkirina başûr di sala 2000'an de bû. Ruxmî vê yekê û li gel hegemoniya berjewendiyan û guhertin û veguhertinên siyasetên herêmî û navneteweyî rê ber hemû senaryoyan vekirî ye.

Li ser erdê jî rewş diyar e: Na ji normalîzekirinê re. Hizbullah di daxuyaniyekê de got ew "Bi tu awayan normalîzekirina têkiliyan bi dijmin re qebûl nakin û nabe lubnanî di bin zextên Amerîka û pêşniyarên ku tevahî mafên Lubnanê bi mijara xêzkirin û cihên petrolê de binpê dike, qebûl bikin."

ANHA