​​​​​​​Hewlêr û Bexda: Nakokiya aborî bi nîşaneyên  siyasî

Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku firotina petrol û gaza Başûrê Kurdistanê bi awayê serbixwe ne qanûnî ye û li dijî destûra Iraqê ye. Ev biyar bi xwe re nîqaşên fireh di qada Iraqê de anîn. Li gorî çavdêran, ev biryar piştî dûrxistina namzetê PDK'ê ji pêşbirka hilbijartinên serokatiya komarê hate girtin da ku karibe zextê li Sedir bike ku hevkarê PDK' ê ye ku li ser wê gelek gumanên gendeliyê hene.

​​​​​​​Hewlêr û Bexda: Nakokiya aborî bi nîşaneyên  siyasî
19 sibat, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Hefteya borî Dadgeha Federal a Iraqê derbeyeke din li PDK'ê da. Dadgehê ragihand ku qanûna petrol û gazê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ne qanûnî ye û li dijî destûra Iraqa federal e. Ev yek jî piştî ku namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî ji pêşbirka hilbijartinên serokatiya komarê hat dûrxistin. Zêbarî dema wezîrê darayî bû bi dosyayên gendeliyê hatiye sûcdarkirin.

Di daxuyaniya Dadgeha Federal a Iraqê de hate gotin: "Dadgehê li ser giliyê 59 a federal a sala 2012'an û yekîtiyên wê ya 110 a federal a sala 2019'an, di 15'ê Sibata 2022'yan de ev biryar derxist. Li gorî biryarê, qanûna 22'yan a sala 2007'an a têkildarî petrol û gaza hikumeta herêma Kurdistanê ne yasayî ye. Ev qanûn ne li gorî medyên 110, 111, 112, 115, 121 û 130 yên destûra komara Iraqê ya sala 2005'an û li ser vê yekê qanûn tê betalkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin "Hikumeta herêmê hate neçarkirin ku tevahî berhema petrolê yên ku Wezarta Berhemên Xwezayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bîrên petrolê yên herêmê derxistine, radestî Wezareta Petrolê ya Hikumeta Federal bike, da ku li gorî destûrê werin kefişkirin, derxistin, firotin û bikaranîn. Mafê Wezareta Petrolê heye ku peymanên kişifkirina petrolê, derxistin û firotina wan betal bike ku hikumeta Herêma Kurdistanê bi aliyên derve, dewlet û şirîketan re îmze kirine."

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta herêmê wê girêdayî Wezareta Petrolê ya Iraqê bimîne û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê jî lêkolînê li ser firotina petrol û gaza Başûrê Kurdistanê bike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku budçeya herêmê  kuji budçeya giştî were diyarkirin wê bi rengekî be ku mafên hemû welatiyên parêzgehên herêma Kurdistanê  misoger bike.

Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da û got, biryara dadgeha bilind ne adil û ne destûrî ye û ragihand ku ew tevahî tedbîrên destûrê, qanûnê û dadgerî bigire da ku garantî û parastina tevahî peymanên di aliyê petrol û gazê de îmze kirine bike.

‛BIRYAR LI GORÎ DESTÛRA IRAQÊ YE’

Têkildarî wê yekê, lêkolînerê karûbarên siyasî û aborî Nebîl Cebar El-Elî ji ajansa me re wiha got: "Biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê ya taybet bi nerewabûna qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê li gorî destûra Iraqê ye, her wiha li gorî qanûnên salane yên taybet bi dudceyê ye ku şert e bi awayekî dorveger dahatûyên petrolê yên ji firotina petrola Kurdistanê radestî hikumeta navendî were kirin. Weke şert ji bo navendê ku mafên herêmê ji berhemên giştî biparêze."

‛HEWLÊRÊ BI TENÊ BERHEM BI KAR DIANÎ’

Nakokiya têkildarî dosyaya petrolê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de vedigere 2007’an, dema hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK’ê, li 3 parêzgehên xwe dest bi pêşxistina zeviyên petrolê kir û bi dehan peyman bi şîrketên petrolê yên biyanî re îmze kirin û dest bi avakirina xetên hinardekirina petrolê bi rêya xaka Tirkiyê kir. Li hemberî van gevan hikumeta federal a Iraqê nerazîbûn nîşan da.

Iraqê duyemîn mezintirîn welatê jêdera petrolê di rêxistina OPEC  de ye, rojane nêzî 3,5 milyon bermîl derdixe û dahatûya wê ya darayî ji sedî nêzî 90 ji budceya welat e.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê soz dabû ku rojane 250 hezar bermîl ji berhemên xwe yên rojane ku zêdetirî 400 hezar bermîl e, bi rêya wezareta petrolê radestî hikumeta navendî bike, li bermaberî ku mûçeyên berpris, karmend û pêşmerge ji hikumeta navendî werbigire.

Li ser nakokiya di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de lêkolînerê iraqî Nebîl Cebar El-Elî wiha domand: "Li gorî madeyên destûra Iraqê,  berhemên giştî di serî de yên petrolê divê bi awayekî navendî werin birêvebirin. Lê herêma Kurdistanê ev berhem bi tenê kar dianî, ji wê zêdetir agahiyên li ser peymanên petrolê û mezinahiyên dahatûyên darayî dinixumîne."

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi awayekî serbixwe û bêyî Bexdayê petrol bi rêya xetekê ber bi berava Cîhan a tirkî ya li Deryaya Spî ve dişîne û ji wir jî ber bi sûkên cîhanê ve diçû.

Ji bilî zeviyên petrolê yên li Kerkûkê ku ji 2017’an ve an ku piştî ku hêzên Iraqê ew kontrol kirin, rawestî, hikumeta Başûrê Kurdistanê derxistina petrol ber bi derve re berdewam dike.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê gelek peyman bi şîrketên petrolê yên cîhanê yên mezin re, ji wan Exxon Mobil, Rosneft û Genel in îmze kirin, da ku bîrên petrolê yên rojane nêzî 500 hezar bermîl derdixine, bi pêş bixe.

‛ ZEXTA SIYASÎ LI SER PDK’Ê HEYE’

Ev biryar ji rewşa ku li Iraqê rû dide ne dûr e ku xetimandineke siyasî û nelihevkirina li ser hilbijartina serokkomarê heye. Di heman demê de PDK’ê bi wergirtina erka hilbijartina serokkomariyê ve girêdayî ye, tevî ku hevbendiya stratejî di navbera wê û YNK’ê de heye ku YNK’ê nazmetê xwe ji bo serokkomariyê hilbijêre û PDK’ê jî namzetê xwe ji bo serokê hikumetê hilbijêre.

Nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kevn in, lê dayîna vê biryarê di vê demê de balê dikişîne ser nakokiyên siyasî yên di navbera hemû hêzên li Iraqê de. Gelek çavdêr dibêjin ku ev biryar xwedî taybetmendiyeke siyasî ye da ku zextê li ser PDK’ê û hevbendiya siyasî ya Tevgera Sedir-PDK û hevbendiya Xencer û El-Helbûsî bike.

Her du giliyên ji Dadgeha Federal a Iraqê re hatine rakirin, giliyê wezîrê petrolê yê federal e ku vedigere 2012’yan, giliyê din jî vedigere 2019’an, li dijî wezîrê dewlemendiya xwezayî ya li Başûrê Kurdistanê ne ku para Hikumeta Federal ya petrolê radestî wê nake.

Têkildarî girêdana biryara Dadgeha Federal a Iraqê di vê demê de digel xetimandina siyasî ya li welat, El-Elî ev tişt got: "Dema giliyê ku ji Dadgeha Federal a Iraqê re hatiye rakirin, hêmanekî fişara siyasî ye ku aliyekî li dijî aliyên kurdî bi kar aniye, di serî de jî PDK’ê yê bi El-Sedir û hevbendiya serweriyê (Xencer û El-Helbûsî) re hevkar e."

El-Elî wiha domand: "Em dikarin giliyê bi vê yekê wesif bikin ku pêşandaneke pêşîn a kapasîteyên opozîsyonê ye. Lê ew jî heke Çarçoveya Hemahengî were dûrixstin û ber bi opozîsyonê ve were dehfandin û di hikumeta bê de beşdar nebe."

Têkildarî armanca vê biryarê, El-Elî ev tişt anî ziman: "Giliyê ku ji aliyê endamekî parlamentoya Iraqê ya niha ve hate vekirin ku ew jî ji kesên di îtîlf an jî şepêla Hikme ya Emar El-Hekîm de serkeftî ye. Ev  gilî di cewher de vediguhere têkiliyên El-Hekîm û Barzanî, ku her tim nêzîk û stratejîk in."

Girêdayî rola Îranê di vê biryarê de, El-Elî da zanîn ku ne diyar e ku rola Îranê di vê zextê ya siyasî de hebe ya na.

SEDIR BIRYARA DADGEHÊ ERÊ KIR

Tevgera Sedir di civîneke çapemeniyê de li ser biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê got, divê tevahî alî pabendî biryarên dadgeha federal bibin.

Têkildarî helwesta Tevgera Sedir ku hevkarê bi PDK’ê ye, El-Elî ev tişt got: "Tevgera Sedir destek da biryara Dadgeha Federal a Iraqê. Aliyên kurdî yên din jî destek da vê biryarê û banga lidarxistina diyalogên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir ku vê pirsgirêka mezin û girîng çareser bikin."

PDK’ê xêr û bêrên Başûrê Kurdistanê kontrol dike ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ku pismamên hev in tên birêvebirin, her wiha hêzên wan ên çekdar ên li derveyî serweriya qanûnê hene. Evan miqdarên mezin ên pereyên Başûrê Kurdistanê xistine bankên ewropî û ji bo kêfxweşiyên xwe yên taybet bi kar tînin, her wiha petrola herêmê kontrol dikin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê rojane 500 bermîl difiroşe, lê asta debarê ya welatiyan jî kembax e, ji ber ku bi şêweyekî mezin gendelî di hikumetên Başûrê Kurdistanê de heye.

Tevî gelek dosyayên gendeliyê yên mezin ên PDK’ê û ji rêveberên PDK’ê Hoşyar Zêbarî di 21’ê Îlona 2016’an de dema di hikumeta Heyder El-Ebadî de wezîrê darayî bû, bawerî jê hate kişandin, lê Tevgera Sedir ya ku banga  hikumeta niştimanî dike û dibêje ku ew şerê gendeliyê dike, bi PDK’ê re hevbend e.

Wê demê, çi cudahî di navbera hikumeta ku Sedir ku bang li wê dike û hikumetên berê ku gendelî û bikaranîna daneyên Iraqê xistine xizmetî partiyên siyasî de, heye.

Li ser vê yekê, El-Elî wiha axivî: "Li gorî hevsengiyên hevbendên niha, bangên ji bo avakirina hikumeta piranî ya niştimanî, tu girîngiya wê ya niştimanî ya mezin tune ye. Lê em dikarin rewşa îro bi vî rengî şîrove bikin ku îtîlafên hêza siyasî li dijî hevrikan, dûrxistina hevrik û dûrxistina wan e. Em nikarin wê bi danûstandin û nêzbûnên siyasî yên niha wesif bikin ku neteweyî ne. Ji ber bernameya siyasî ku ew partî xwe bispêrin wê û ji hev nêz bibin, tune ne. Nêzbûnên îro ev e; dûrxistina hevrikî û desteserkirina li erkên parvekirinê yên her pêkhateyekê ne."

VEBIJÊRIN SEDIR ÇI NE?

Têkildarî vebijêrkên Sedir, lêkolînerê karûbarên siyasî û aborî Nebîl Cebar El-Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Vebijêrkên Sedir ne diyar û ne pêşbînkirî ne û dibe ku helwestên wê yên giştî bi guhartina meylên raya giştî, bi taybet ên dezgehên çapemeniyê bi bandor bibin."

(fr)

ANHA