Basim Osman: Di encama dorpêçê de çandinî li Şehbayê paşve çûye

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman piştrast kir ku ji ber kiryarên keyfî yên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê, îsal mewsima çandiniyê li Şehbayê dê zêdetir zirarê bibîne.

Basim Osman: Di encama dorpêçê de çandinî li Şehbayê paşve çûye
19 sibat, 2022   02:36
ŞEHBA

Kantona Şehbayê bi erda xwe ya berhemdar navdar e. Cotkar zêdetir genim û ceh diçînin. Her wiha axa wê ji bo çandina sebzeyan jî guncaw e.

Li gorî daneyên Komîteya Çandiniyê, piraniya zeviyên çandiniyê yên kantona Şehbayê ji bo çandina genim û ceh hatine diyarkirin û rûbera wê digihêje 10 hezar hektaran.

Hikumeta Şamê siyasetên xwe yên keyfî li ser kantona Şehba ferz dike, nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin û ev yek bandoreke neyînî li çandiniyê dike. Nirxê bermîla mazotê îsal gihaştiye 450 hezar lîreyên Sûriyê. Lê di sala borî de 200 hezar bû. Her wiha nirxê tûrika semadê bûye 120 hezar lîreyên Sûriyê ku sala borî bi 60 hezar lîre bû.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Efrînê Basim Osman destnîşan kir ku îsal li herêmê gelek zehmetî çêbûne. Osman wiha axivî: “Ji ber siyasetên hikumeta Şamê, nebûna semadê, bi taybet semada Yorya û nebûna dermanên çandiniyê, rûberên çandiniyê kêm bûn û em negihaştin pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê.”

Osman diyar kir ku şênî nikarin zeviyên li eniyên şer biçînin û her wiha mayinên ku çeteyan li herêmê bi cih kirine, li ser jiyana şêniyan xetere ne.

Osman destnîşan kir ku guhertina avhewayê, nebarîna baranê di zivistanê de û faktorên din ên avhewayê bi awayekî neyînî bandor li çandiniyê kir. Osman da zanîn ku ji ber daketina pileyên germahiyê heta binî sifirê, sebzeyên zivistanê telef bûne.

Her wiha Basim Osman diyar kir ku li gorî plansaziya îsal, dê berhemên bejî mîna genim û ceh, bequlî û berhemên avî mîna petat, pîvaz, bacanên sor, xiyar, îsot, gijnîj û kemûnan biçînin.

(dx)

ANHA