ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-20-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-20-2022
19 sibat, 2022   00:00

- Jinên ku perwerdeya zimanê kurdî dibin, pêwîstî û girîngiya fêrbûna bi zimanê zikmakî destnîşan kir û diyar kir ku ziman kok û nasnameya mirovan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rûspiyên eşîra Omera, Ferhan Hac Mensûr got: "Her kes ji bo dîtina rêber Ocalan bi coş û kelecan bû. Em li benda bûn ku derbasî holê bibe û em li axaftinên wî guhdar bikin. Me wateyên gelek gotinên wî fêm nedikir, lê tiştên ku niha em li Rojava dibînin wateyên wan gotinan diyar kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Edaeta Civakî ya herêma Firatê dê îro di saeta 10:00`an konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMENE )

POLÎTÎKA

Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku firotina petrol û gaza Başûrê Kurdistanê bi awayê serbixwe ne qanûnî ye û li dijî destûra Iraqê ye. Ev biyar nîqaşên fireh di qada Iraqê de bi xwe re anîn. Li gorî çavdêran, ev biryar piştî dûrxistina namzetê PDK'ê ji pêşbirka hilbijartinên serokatiya komarê hate girtin da ku karibe zextê li Sedir bike ku hevkarê partiyekî ye ku li ser wî gelek gumanên gendeliyê hene. (BI WÊNE).

CIWAN

- Ciwanên Minbic û Dirbêsiyê li ser derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku PKK ji bo armanca xizmeta gel û rizgarkirina wan ji koletiyê hatiye avakirin û dive ji lîsteyê derkeve. Her wiha ciwanan got divê dewleta Tirk bikeve wê lîsteyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Bi mijaraê xêzkirina sînorê deryayî yê di navbera Lubnan û Îsraîlê de, navbeynkarê DYA'yê hevdîtin bi serokkomarê Lubnanê Michel Ewn re pêk anî. Gelo pêşniyarên nû yên Amerîkayê çi ne?, gelo ev temamkirina siyaseta lihevkirinê ye?, nemaze ku balyozê DYA'ê gotibû, lihevkirin wê pêşketinê bi xwe re bîne ku pêwîstiya Lubnanê pê heye. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- HRRK`ê amadehiyên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan dike. Berhem dê heta 1`ê Adarê bên qebûlkirin. Helbestvan Ciwanê Abdal têkildarî mijarê got: “Ciwanên Kurd asoyên nû li helbestê zêde dikin. Ji ber germahiya hestên wan, nerînên wan jî berfirehtir in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman piştrast kir ku ji ber kiryarên keyfî yên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê, îsal mewsima çandiniyê li Şehbayê dê zêdetir zirarê bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA