Jinên Helebê: Ziman nasnameya mirovan e

Jinên ku perwerdeya zimanê kurdî dibin, pêwîstî û girîngiya fêrbûna bi zimanê zikmakî destnîşan kir û diyar kir ku ziman kok û nasnameya mirovan e.

Jinên Helebê: Ziman nasnameya mirovan e
Jinên Helebê: Ziman nasnameya mirovan e
Jinên Helebê: Ziman nasnameya mirovan e
Jinên Helebê: Ziman nasnameya mirovan e
19 sibat, 2022   00:37
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewletên kapîtalîst û zordest li her çar parçeyên Kurdistanê hewldana qirkirina zimanê kurdî dikin, da ku gelê Kurd ji nasnameya xwe dûr bikeve û pê re jî ji zimanê dayikê bê par bimîne.

Gelê Kurd li hember  van siyasetan  bê deng û bê çare nema, lê belê ji bo fêrbûna bi zimanê dayikê li ber xwe da, parastina mîrasa pêşiyên xwe kir û li hember siyasetên înkarkirin û qirkirinê serî hilda.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 19`ê Tîrmeha 2012`an de Kurdan pîvan û siyaseta yekpartî ya ku hikumeta Şamê li ser wan ferz kiribû, şikand. Paşê dema rêveberiyên xweser û sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin, firsend çêbû ku pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkez fêrî zimanê dayikê bibin.

Li Rojavayê Kurdistanê li dibistan û peymangehan perwerde bi zimanê kurdî tê dayîn.

21`ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ye. Cara yekemîn UNESCO di 17`ê Mijdara 1999`an ev roj ragihand. Her wiha Komeleya Giştî ya NY`yê ji bo parastina hemû zimanên zikmakî û xurtkirina aştiyê û parastina pirrengiya zimanan li cîhanê, ev biryar bi awayekî fermî erê kir.

ꞌZIMAN HEBÛN Eꞌ

Li komîna şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê jinên temenmezin perwerdeyên bi zimanê kurdî dibin. Jinan bi vê boneyê axivîn û diyar kir ku girîngiya axaftina mirov bi zimanê xwe destnîşan kir û got ziman nasnameya mirovan e.

Welatiya bi navê Fîdan Mihemed (56) got: "Em dixwazin fêrî zimanê dayikê bibin, ji ber ku zimanê pêşiyên me ye, divê em wê ji siyasetên qirkirina çandî û etnîkî biparêzin."

Li Bakurê Kurdistanê desthilata Tirk zimanê tirkî li ser Kurdan ferz dike û li Sûriyê jî hikumeta Şamê zimanê erebî ferz dike, bi wê re her du dewletan hewldana qirkirina zimanê kurdî dikin. Isbata vê yekê jî li Bakur navê herêm û gundên Kurdan dikin tirkî û li Sûriyê jî dikin erebî.

Temenê mezin ê Fîdan Mihemed li pêşiya fêrbûna bi zimanê dayikê nebû kelem. Wê hemû astengî derbas kir û dev ji tişta dest pê kirî berneda. Her wiha şîret li biçûk û mezinan dike ku fêrî zimanê dayikê bibin û zimanê xwe ji hemleyên qirkirinê û pişaftinê biparêzin.

ꞌMAFEKÎ REWA YEꞌ

Welatiya bi navê Fatme Omer (65) niha perwerdeya zimanê kurdî dibîne. Fatme got: "Divê mirov bi zimanê xwe fêr bibe. Em ji mafê xwe yê rewşa ku fêrî zimanê xwe bibin, bê par mane. Divê em li hember vê yekê bisekinin."

Fatme Omer îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li kantoan Efrînê ya dagirkirî kir û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî nahêle kurd bi zimanê xwe biaxivin û siyaseta tirkkirinê dimeşîne."

Fatme Omer destnîşan kir ku li hember vê siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin, ew ê li herêmên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.

Fatme Omer îşaret bi girîngiya fêrbûna zimanê dayikê kir û ev pirs kir: "Cîhan tevde bi zimanê xwe diaxive, gelo em çima nikarin pê biaxivin?"

Der barê pirsgirêkên ku Fatme Omer di waneyên zimanê kurdî de pê re rû bi rû dimîne wiha axivî: "Destpêka gelekî zehmet bû, ji ber ku tiştekî nû bû, lê min ew zehmetî bi vîn û israra xwe ya fêrbûna zimanê dayikê derbas kir."

ꞌNAVEROKA WANEYANꞌ

Gulîstan Hisên jî li Komîna Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd waneyên zimanê kurdî dibe, li ser saet û rojên ku tê de waneyan distînin, ev agahî parve kir: "Di hefteyê de em 3 rojan waneyan dibin. Rojê saetek e. Di wan waneyan de em fêrî nivîsandina tîpan, peyv û hevoksaziyê dibin."

Gulîstan Hisên hêviya xwe anîn ziman û got: "Piştî çend salan ji înkarkirinê, ez gelekî dixwazim bi awayekî akademîk fêrî zimanê dayikê bibim, dema em zarok û xwendekar bûm me xwest em bi zimanê xwe fêr bibin, lê mixabin em ji vê yekê bê par mabûn."

ꞌDEMA MIROV BI ZIMANÊ XWE DIAXIVE, MIROV HEBÛNA XWE HÎS DIKEꞌ

Mamosteya zimanê kurdî ya Komîna Şehîd Gulê Selmo, Wefa Mistefa axivî û got: "Nasnameya mirovan bi ziman temam dibe. Ruxmî ku ez bi zimanê erebî fêr bûm lê dîsa jî wekî dema wergirtina bawernameya astên zimanê kurdî, ewqas kêfxweş nebûm."

Wafa Mistefa anî ziman ku dema bi zimanê kurdî xwend, nû hebûna xwe hîs kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku ziman hebûn û bingeha mirovan e, di heman demê de mîna erdê ye ku her tiştî hembêz dike."

(eh)

ANHA