Ciwanên Minbic û Dirbêsiyê: Divê dewleta Tirk bikeve ‘lîsteya terorê’

Ciwanên Minbic û Dirbêsiyê li ser derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku PKK ji bo armanca xizmeta gel û rizgarkirina wan ji koletiyê hatiye avakirin û dive ji lîsteyê derkeve. Her wiha ciwanan got divê dewleta Tirk bikeve wê lîsteyê.

Ciwanên Minbic û Dirbêsiyê: Divê dewleta Tirk bikeve ‘lîsteya terorê’
19 sibat, 2022   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bangewaziyên ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê" zêde dibin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê Ehmed El-Cemîlî têkildarî mijarê axivî û got: "Dewletên kapîtalîst, PKK wek partiyeke terorîst bi nav kir, da ku gel dûrî wê bikeve. Lê partiyê bi berdewamkirina têkoşîna xwe, bi milyonan gel li dora kom kir û fikrên rêber Abdullah Ocalan belav kirin."

El-Cemîlî wiha domand: "Ez qebûl nakim ku navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de bimîne. Ji ber ku ev partî bi armanca xizmeta gel hate avakirin. Ji 44 salan ve PKK ji bo gel, azadiya wî û rizgarkirina wî ji koletiyê û pergalên kapîtalîst, tê koşiya û hîna tê dikoşe."

El-Cemîlî wiha gotina xwe bi dawî kir: "PKK jiyaneke azad û birûmet mîsoger dike.”

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Seydana Henûş jî got: "Xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, plana wan dewletan e ku komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Ev dewlet naxwazin rastiya bindestkirina gelan eşkere bibe."

Seydana Henûş destnîşan kir ku PKK garantiya parastina mafên hemû gelan e, lewma divê gel ji bo derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" kar û xebatê bike.

Seydana Henûş di dawiyê de got: "Em Yekitiya Jinên Ciwan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şopdarên fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in heta ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê tê derxistin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk tê."

Ji bo ku navê PKK’ê ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYA û Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Ji 30 welatan zêdetirî hezar kesayetên naskirî tev li kampanyayê bûne û kampanya berdewam e.

‘DIVÊ NAVÊ PKK`Ê JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN, DEWLETA TIRK LI ŞÛNA WÊ BIKEVE LÎSTEYÊ’

Têkildarî mijarê ciwanên navçeya Dirbêsiyê jî diyar kir ku PKK hêzeke parastina gel, doz û hemû gelê bindest e û bang kir ku divê dewleta Tirk a dagirker bikeve “lîsteya terorê”, ji ber ku rojane li dijî gel sûcan pêk tîne.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Macîde Hesen axivî û got: "Xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de, sûcekî li dijî hemû gelan e. Li aliyekî din jî piştgiriya dewletan ji artêşa Tirk re ye ku sûcên herî hovane li dijî gelên bindest û zarokan pêk tîne.”

Macîde Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "PKK li ser gelê Kurd, Kurdistanê û cîhanê bandoreke mezin çêdike, lewma Komploya Navneteweyî hîna jî berdewam dike.”

Macîde Hesen diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker û dewletên hevkarên wê, ji bo sînordarkirina belavkirina fikrên PKK`ê, dê bi bin bikevin û got: "Serkeftina PKK`ê li çiyayên Kurdistanê û hewldanên wê yên bi armanca yekitiya Kurdistanê, parastina mafan û azadiya gelê xwe; mezintirîn bersiva ji planên dewleta Tirk a dagirker û dewletên hevkarên wê ye, nexasim serkeftina mezin a li dijî artêşa Tirk a li Garê."

Macîde Hesen bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Da ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” were derxistin, ji ber ku ev hêz bi salan e parastina azadiya me dike."

Ciwana bi navê Wîam Mehmûd jî anî ziman ku PKK hêzeke xurt û birûmet e û wiha axivî: "Bi çekên xwe yên sivik artêşa Tirk têk bir. Di heman demê de ji ber ku bi vîna xwe şer dike, israra berdewamkirina têkoşîn û parastina erd û doza xwe dike, her tim bi ser dikeve."

Wîam Mehmûd diyar kir ku PKK`ê bi milyonan dilxwazên vî fikrî û rêberê wê Abdullah Ocalan, rizgar kirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxin."

Kado Dirbêsiyê jî bang li civata navneteweyî kir û got: "Dosyaya PKK`ê di ber çavan re derbas bikin, her wiha dûrî îdiayên dewleta Tirk a dagirker li ser hewldanên vê partiyê lêkolîn bikin. Ji ber ku PKK hêzek e ku parastina xwe dike û êrişî tu dewletan nekiriye."

(eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jiPVWgkBzw8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>