Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi biryaran bi dawî bû

Konferansa 5'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi biryaran bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi biryaran bi dawî bû
18 sibat, 2022   15:14
QAMIŞLO

Bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşger em ê dagirker û faşîzma dewlet Tirk têk bibin", Konferansa 5'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi beşdarbûna 337 delegeyên li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan hate lidarxistin.

Di konferansê de, bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Kongra Star, QSD û PYD'ê axaftin hatin kirin.

Her wiha sînevîzyoneke derbarê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan de hate nîşandan. Paşê rapora xebatên du salan ên meclisê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.

Konferans bi biryaran bi dawî bû, ji wan:

-Ji bo azadiya Rêber APO têkoşîn wê were xurtkirin.

-Tevahî pirsgirkên malbatên şehîdan bêyî derengxistin, bi rêya meclisê werin çareserkirin, were xwestin wê komîteyên taybet bên avakirin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan bibe saziya pêşeng di navbera malbatên şehîdan û civakê de.

- Ji bo şopandina rêxistinbûna di nava malbatên şehîdan de, ku erk û peywiran di nav saziyê de diyar bike komîteyeke taybet were avakirin.

-Divê Mecilsa Malbatên Şehîdan li hemberî hemû êrişên li dijî xeta şehîdan û felsefeya rêbertî bisekine.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pirsgirêkên diravî û aborî yên malbatên şehîdan çareser bike û li gorî derfetan projeyên aborî ji wan re veke.

-Ji bo zarokên şehîdan cihên perwerdeyê yên taybet werin vekirin.

ANHA