'Pêşdîtinên rêbertî yên beriya çend salan li Rojava pêk tên'

Ji rûspiyên eşîra Omera, Ferhan Hac Mensûr got: "Her kes ji bo dîtina rêber Ocalan bi coş û kelecan bû. Em li benda bûn ku derbasî holê bibe û em li axaftinên wî guhdar bikin. Me wateyên gelek gotinên wî fêm nedikir, lê tiştên ku niha em li Rojava dibînin wateyên wan gotinan diyar kirin."

'Pêşdîtinên rêbertî yên beriya çend salan li Rojava pêk tên'
19 sibat, 2022   03:21
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Ji rûspiyên eşîra Omera, Ferhan Hac Mensûr ê ji navçeya Dirbêsiyê di sala 1992'yan de li Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya.

Ferhan Hac Mensûr 85 salî ye, bavê gerîlayê şehîd Malik e. Ferhan Hac  sala 1992'yan de bi malbata xwe re diçe Lubnanê û di pîrozbahiya salvgera damezirandina PKK'ê de Rêber Abdullah Ocalan dibîne.

Hac Mensûr têkildarî dîtina rêber Ocalan wiha dibêje: "Basek min a mezin hebû, min ji tevahî endamên malbata xwe re got, em ê salvegera damezirandina PKK'ê li Lubnanê pîroz bikin û li wir rêber Ocalan bibînin. Her kes bi coş û kelacan bûn li benda rêbertî bûn ku bi rêya fikir û felsfeya wî me ew nas kiribû û roj bi roj girêdana me ya bi doza kurdî re zêde dibû."

Hac Mensûr destnîşan kir ku baran û hewaya sar nebû asteng ku bi saetan li benda dîtina rêbertî bimînin û wiha domand: "Piştre em derbasî holeke mezin bûn. Em çend deqeyan rûniştî man heta ku welatiyek hat û agahî da ku rêber Ocalan tê holê. Em bêdeng bûn û ji bo hevdîtina bi wî re bi coş bûn. Çavê her kesên li holê li derî bû û bê sebir li benda hatina rêbertî bûn."

Hac Mensûr bi van gotinan hestên xwe yên kêliya dîtina rêber Ocalan tîne ziman: "Hestek nayê wesifandin, rêberekî mezin û fîlozofekî mutewazin bû, bi doza xwe ve girêdayî ye, yek bi yek destê xwe beşdaran."

Ferhan Hac Mensûr got, rêbertî du saetan bê navber axivî û têkildarî axaftinên wî wiha parve dike: "Bi van gotinan dest pê kir 'Şaştiyên me hemûyan hene, lê divê em şaştiyên xwe nas bikin û sererat bikin'. Girîngiya axaftinên wî li ser girêdana bi welat û xebata ji bo doza kurdî, çand û zimanê kurdî bû. Her wiha behsa girîngiya ku partiya kurdan yekitiya xwe ava bikin û ji bo yekitiya xaka Kurdistanê xebateke siyasî were meşandin, dikir. Ji me re digot ku ew ê şoreşekê ava bike, mînakê vê yekê Şoreşa Rojava ye."

Piştî derbasbûna salan di ser hevdîtina Ferhan Hac Mesnûr re ya bi rêber Ocalan re, wiha tîne ziman: "Niha min axaftinên rêbertî yên ji me re baş fêm kir, serkeftin û destkeftiyên ku îro li Rojava tên bidestxistin, berhemên fikir û felsfeya rêber Ocalan e. Niha em dibînin ku hemû axaftinên wî yên wê demê, li ser erdê pêk tên."

Li ser kesayeta rêber Abdullah Ocalan, Hac Mensûr wiha axivî: "Rastiyek bû, rêber Ocalan kesayetekî mezin  û xwedî dîrok e, bandor li gelê Kurd û tevahî cîhanê kir, ji ber ku rêberekî neteweyî ye, banga mafên hemû gelên bindest dike. Ez kêlî û rojên hevdîtina xwe bi rêber Ocalan ji bîr nakim."

Axaftinên rêber Ocalan, bandor li Ferhan Hac Mensûr kir, ji ber vê yekê kurê wî Bunyan (Malik) piştî çend rojan ji hevdîtinê an ku di sala 1992'yan de tev li refên PKK'ê dibe û li di sala 1996'an li herêma Gerzanê ya Bakurê Kurdistanê dighêje asta şehadetê.

Ferhan Hac Mensûr li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan got: "Komploya li ser rêber Ocalan bi bin ket, ji ber ku gelê Kurd rêyek hilbijart, ew jî daketina qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e."

Hac Mensûr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşîna li gorî felsefeya rêber Ocalan berdewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe.

ANHA