Dema serlêdana xwendina serbest hate dirêjkirin

Endamê Rêveberiya Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Nûredîn Mihemed diyar kir ku wan ji ber pirbûna daxwazan dema serlêdana xwendina serbest dirêj kiriye. Heta niha 441 xwendekaran navê xwe tomar kiriye.

Dema serlêdana xwendina serbest hate dirêjkirin
18 sibat, 2022   08:15
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 17`ê Mijdara 2021`an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê pergala xwendina serbest (hur) ragihand. Di 15`ê Çileyê de jî ezmûnek çêkir. Pergala xwendina serbest ji bo refên 9 û 12`an e.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Nûredîn Mihemed diyar kir ku ezmûna ku ji xwendekaran re hat çêkirin, li ser esasê tecrubeyekê bû da ku xwendekar bêhtir sîstema Desteya Perwerde û Fêrkirinê nas bikin.

Li gorî Nûredîn Mihemed got ji bo refa 9`an 45 xwendekaran û ji bo refa 12`an jî 396 xwendekaran navê xwe tomar kiriye.

Li ser dirêjkirina dema tomarkirina navan, Nûredîn Mihemed got: “Diviyabû tomarkirin 6`ê Çileyê bihata rawestandin, lê ji ber pirbûna daxwazan me heta dawiya Nîsana 2022`yan dirêj kir.”

BERNAME

Bernameya ezmûnan a refa 9`an ji di 1-19`ê Hezîranê de, ji bo refa 12`an beşa wêjeyê di 1-16`ê Hezîranê de û di beşa zanistî de jî di 1-19`ê Hezîranê de dewam dike.

Mihemed da zanîn ku dê di dawiya meha Nîsanê navendên ezmûnan werin diyarkirin. Têkildarî perwerdeya derveyî dibistanê jî Nûredîn Mihemed got: “Perwerde ji xwendekarên refên 9 û 12`an re bê pere ye, xwendekarên xwendina serbest jî dikarin tev li wan perwerdeyan bibin.”

Li gorî biryarnameyê ji bo xwendina serbest kesên ku navê xwe ji bo refa 9`an tomar bike, divê 14 salên xwe temam kiribe, ji bo refa 12`an jî divê 17 salên xwe temam kiribe. Her wiha di her du refan de heke xwendekar di ezmûna dawiyê de bi ser ket, ji mafê wan e ku careke din ezmûnê dubare bikin, lê heke bi ser neket ji mafê wan e 2 caran dubare bikin.

ANHA