Şoreşa zimanê Kurdî şoreşa zayîn û vejînê ye

Rêber Ocalan dibêje, civakek her ku bi zimanê xwe yê zikmakî pêş dikeve, bi heman awayî asta jiyanê bilind dike. Ji vî aliyî ve gelê Kurd ê li Rojava piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012`an giranî da zimanê xwe. Pisporên zimanê Kurdî şoreşa ziman a li Rojava bi şoreşa zayîn û vejînê dişibîne.

Şoreşa zimanê Kurdî şoreşa zayîn û vejînê ye
18 sibat, 2022   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

21`ê Sibata her salê weke Roja Ziman a Cîhanê hatiye diyarkirin. Di 17`ê Mijdara 1999`an de evv roj ji aliyê rêxistina UNESCO'yê ve ve hate diyarkirin. Fikira  pîrozkirina vê rojê jî bi însiyatîfa ji aliyê Bengladêş ve derket. Roja Ziman a Cîhanê bi awayekî fermî li tevahî cîhanê di sala 2000`an de hate pîrozkirin.

ÇIMA 21`Ê SIBATÊ ?

Di sala 1947`an de Hindistan bû du dewlet(Hindistan û Pakistan). Her yek ji wan xwedî serdestiyeke serbixwe bû. Hikumeta Pakistanê hate avakirin ku ji komên etnîk û zimanên pirreng, erdnîgariyeke ne girêdayî herêma Pengal a rojhilat pêk tê. Di sala 1956`an de Pakistana rojhilat hate avakirin û niştecihên wê di radeya yekemîn de Pengalî ne.

Di sala 1948`an de hikumeta Pakistanê zimanê Urdu weke zimanê niştîmanî yê yekane li welat ferz kir. Li hemberî vê yekê xwepêşandanên berfireh û nakokiyên mezhebî ji piraniya kesên ku bi zimanê Bengalî li Bengala rojhilat diaxivin, rabûn. Tevgera Zimanê Bengalî ya Bengiladêş banga naskirina zimanê Bengalî kir ku bibe zimanê fermî li dewletê û di karûbarên hikumetê, fêrbûn, dezgehên çapemeniyê, pere û stamps were bikaranîn.

Xwendekarên Zanîngeha Dhaka û çalakvanên siyasî li hember vê qanûnê û wê hikumetê xwepêşandan lidar xistin. Di 21`ê Sibata 1952`an de tevgera xwepêşandanê gihaşt lûtkeyê û polîsan gelek xwendekarên xwepêşander ên qetil kirin.

Piştî gelek şeran hikumeta navendî ji biryara xwe de paşde vekişiya û di sala 1956`an de sîfeta fermî da zimanê Bengalî. Weke xelatkirina tevgera ziman, UNESCO roja 21`ê Sibatê weke Roja Ziman a Cîhanê ragihand û ev roj kir betlane. Li vir em dikarin bêjin ku gelê Bengalê ji bo parastina hebûn û axaftina bi zimanê xwe israr kir û pêwîstiya bidestxistina mafan bi têkoşînê heye.

GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ DI KU DERÊ DE YE?

Li gorî rêxistina UNESCO, nêzî 7 hezar ziman li cîhanê hene. Li gorî rapora Atlas a Zimanan ku di sala 2010`an de ji aliyê UNESCO  ve hatiye weşandin, ji wan 2 hezar û 500 ziman bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne.

Ziman ji girîngtirîn rêbazên sereke ji bo pêwendiya di nava mirovan de ye. Mirov dikare bêje ku zimanê dayikê nasnameya sereke ya civaka ye. Di têgîna teng de mirov dikare bêje ku ziman çand e. Ji ber ew kilîta pêwendiyê di navbera gelan de ye. Bi rêya ziman çanda netewe û gelan hate parastin. Tunebûna ziman tê wateya tunebûna gel. Ji ber wê jî dewlet û sîstemên dagirker heger dixwestin gelekî tune bikin zimanê wî qedexe dikir û paşê ew tune dikir. Li gorî vê siyasetê gelek gel hatin tunekirin. Dewletên dagirker hewl dan vê siyasetê li dijî gelê Kurd ku ji kevintirîn gelên cîhanê ne bikar bîne. Ew jî bi rêya pêngavên dîrokî destpêkê ji peymana Amasiya di sala 1516`an de û heta peymana Lozanê di sala 1923`an de her wiha parçekirina Kurdistanê (4 parçe).

Di dîroka nûjen de û li gorî peymana Lozanê di 24`ê Tîrmeha 1923`an de Kurdistan hate parçekirin (Iraq, Sûriyê, Tirkiyê û Îran). Piştî parçekirinê, hemleyên qirkirinê li dijî gelê Kurd, bêparmayîna wan ku bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber girîngiya ziman di parastina mîrata şaristanî, çandî û civakî ya gelê Kurd de. Rêber Ocalan di parêznameya xwe ya 5`emîn a Şaristaniya demokratîk de di çarçoveya têgînî û teorîk de li ser ziman wiha dibêje: "Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe."

Mamosteyê zimanê Kurdî di beşa ziman û wêjeya Kurdî di Zanîngeha Rojava de Menan Cafer wiha axivî: "Piştî parçekrina Kurdistanê, siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan hate meşandin. Tu kesî weke gelekî ku ziman û hebûna wan heye li wan nenihêrî. Li gorî pîvanên navneteweyî û sedema sereke ku dewleteke bi navê Kurdan tune ye."

Zanîngeha Rojava di sala 2016`an de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Ew jî yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Bi derfetên pir kêm li ser asta akademî û rêveberî karibû bingeh û zemînekê ji saziyeke fêrbûn, zanist re ava bike ku heta niha dixebite û bi sazî û kesayetên akademiseyn – zanist – navneteweyî re dikeve nava pêwendiyê de.

BERIYA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ REWŞA ZIMANÊ KURDÎ

Piştî derketina Fransa ji Sûriyê di sala 1946'an de û sîstemên rêveber ku li pey hev hatin heta ku Partiya Baas'ê gihaşt ser desthildariyê, siyasyeta yek cemserî li dijî tevahî pêkhateyên sûrî hate meşandin, di serî de jî li ser gelê Kurd ku mezintirîn pêkhateya duyemîn li Sûriyê ye. Destpêkê,  li gorî qanûna çembera ereb di navbera 1965 heta 1976’an de xaka gelê Kurd hate desteserkirin.

Ji wê zêdetir jî jî navên bajar û gundên kurdî veguherandin erebî, zimanê kurdî di saziyên ewlehî û piştre giştî de hate qedexekirin. Di 2004’an de piştî serhildana 12’yê Adarê, hikumeta Şamê siyaseta bi navê xurtkirina zimanê erebî li herêmên kurdan bi rêya neçarkirina gelê Rojava li ser fêrkirina zimanê erebî û qedexekirina axaftina bi zimanê dayikê pêk anî. Gihşt wê astê ku nihişt Kurd navên kurdî li zarokên xwe bikin. Her wiha li gund, bajarok û navçeyan dewreyên fêrbûna zimanê erebî ji mezinan re vekirin û şênî neçar kir ku tev li wan dewreyan bibin.

Menan Cafer behsa rewşa Kurd û zimanê kurdî li Sûriyê piştî peymana Lozanê heta bi destwerdana Fransa û hatina Partiya Bassê li ser desthilatê re kir û wiha got: "Têkildarî dema desthilatiya Fransa ya li Sûriyê, tê zanîn Fransa yek ji aliyên peymana Sykes Picot ye, li kurdan dinêrî mîna ku ne hêje ne ku mafê serxwebûnê bi dest bixin, lê zimanê dayikê qir nedikir."

Cafer da zanîn ku piştî Partiya Bass'ê hate ser desthilatê, siyaseta şovenîst bi kar anî, zimanê kurdî û çanda kurdî qedexe kir û got: "Gelê Kurd bêdeng nema, lê ji bo ziman û çanda xwe têkoşiye heta ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir."

ŞOREŞA ZIMAN

Rêber Ocalan her wiha dibêje, civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.

Ji ber vê yekê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan girîngî da zimanê dayikê.

Di sala perwerdeyê ya  2012/2013’yan de, hezvanên zimanê kurdî bi lez dest bi dayîna perwerdeyên zimanê kurdî bi awayê xelekan li dibistanan kir û di sala perwerdeyê ya 2013 û 2014’an de zimanê kurdî bû zimanekî fermî di dibistanên li herêma Cizîr û kantonên Kobanê û Efrînê de. Her wiha di 2014/2015’an de meteryalên refên yekê û duyê bi zimanê dayikê hatin çapkirin. Niha jî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteryal bi zimanê dayikê tên dayîn anku Kurd bi zimanê xwe, Ereb bi zimanê xwe û Suryan bi zimanê xwe hîn dibin.

Yek ji eleqedarên zimanê kurdî û hevserokê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Darwîn Darî, ji 1987’an ve fêrî nivîsandin û xwendina zimanê kurdî bû. Darî wiha got: "3 stûnên Şoreşa Rojava hebûn; şoreşa ziman, jin û şoreşa leşkerî. Bi rizgarkirina herêman re dest bi perwerdekirina bi zimanê dayikê kir  û ev jî ji me re xewnek bû."

Têkildarî mekanîzmaya fêrkirina bi zimanê kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Darwîn Darî wiha domand: "Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi awayekî rêxistinê fêrkirina bi zimanê kurdî wekî xelekan di dibistanan de hate destpêkirin. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê di 2014’an de zimanê kurdî bû zimanekî fermî. Dûvre meteryal hatin danîn û kadro hatin amadekirin. Hemwextî wê jî hemû beşên civakê li herêmê li ser zimanê kurdî dihatin fêrkirin û perwerdekirin. Li pey wê peymangehên ji bo perwerdekirin û amadekirina kadroyan ji dibistnan re hatin vekirin."

ASTENGÎ

Darî behsa hin astengiyên li pêşberî wan kir, di serî de hin partiyên Kurd fêrbûna bi zimanê dayikê red dikirin, tunebûna jêderên taybet bi perwerdekirina bi zimanê kurdî, dopêça li ser herêmê ku nehişt xwe bigihînin jêderên derve û sûdê ji pisporiyên wan ên zanistî wergirin. Darî wiha pê de çû: "Mamosteyan ked û xebatên xwe ji bo amadekirina meteryalekî giştî da."

ŞOREŞA VEJÎNÊ

Darwîn Darî şoreşa ziman li Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa vejînê bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Ji xebatên herî dijwar xebata vejînê ye, lê jiyaneke nû diafirîne. Şoreşa zimanê kurdî li Rojava dişibe xebata vejînê. Jiyaneke nû afirand. Ev jiyan ew e ku çawaniya tevlêbûna li dibijstan, ji destpêka qonaxa seretayî heta bi amadehî û zanîngehê ku mîna fêkiya vê şoreşê ye."

Darwîn Darî îşaret bi xebata perwerdekirina bi zimanê dayikê kir û da zanîn ku piştî 10 salan ji têkoşîna bênavber ev xebata gihaşt qonaxa vekirina beşa xwendina master di ziman û wêjeya kurdî de li zanîngehan û niha jî hewldan hene ku beşa dîktora were vekirin. Darî eşkere kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê zimanê kurdî û gelê Kurd ji têkçûnê parast û ev tişt anî ziman: "Heke ziman li dibistanan û bi awayekî akademîk nehata dayîn ew li ber gefên têkçûnê bû." Her wiha Darî xîtabî kesên ku fêrbûna bi zimanê kurdî red dikin û wiha got: "Di 10 salên borî de me gavên mezin avêtin û me zimanê kurdî gihand astên pir bilind. Heke me guh bida nêrînên wan, me yê zimanê xwe bihişta û em ê rûbirûyî tunekirina hebûnê bûna."

 (bx-fr)

ANHA