Şêniyên Dêrazorê li dijî komploya 15'ê Sibatê meşiyan

Şêniyên gundewarên Dêrazorê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

Şêniyên Dêrazorê li dijî komploya 15'ê Sibatê meşiyan
17 sibat, 2022   15:49
DÊRAZOR

Bi diruşma "Azadiya fîzîkî armanca me ye" bi dehan şêniyên bajarokê Hecînê û gundewarên wê daketin qadan, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Ciwan û Werzîşê ya Hecînê ber bi avahiya Meclisa Herêma Rojhilat dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Ocalan hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Meclisa Herêma Rojhilat vegerî mîtîngê. Serokê meclisa Meraşîde ya Hecînê Esed El-Xelîl daxuyanî xwend û got: "Em rêber Abdullah Ocalan bi rêberê neteweyî bi nav dikin, lê ne tenê ji ber sedemên mezinbûna komploya navneteweyî, çend hêz û dewletên beşdarî wê bûne ye. Lê komploya bi vê mezinahî û hejmara aliyên beşdarî vê komployê baş girîngî û cihê rêber Abdullah Ocalan dizanin.

Bi fikir û têkoşîna xwe li pêş hêzên destpot û hêzên hegemon ên cîhanê ku ajandeyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, astengiyek bû.

Xwestin rêbertî bigirin. Ji ber vê yekê komployeke navneteweyî ya qirêj pêk anîn û tê de dijminên mirovahî û azadiyê bêyî exlaq an jî mirovahiyê berçav bigirin, beşdar bûn û komplo pêk anîn. Bi wê xwestin dengê rastiyê yê ku banga azadiya tevahî gelan dike, bê deng bikin.

Texmîn dikirin ku ew ê bikaribin rastiyê bê deng bikin. Lê nikarîn vîna rêber Apo bigirin û dengê wî binixumînin. Hêzên dijberî mirovahiyê nizanîn ku dîlgirtina rêber Apo asta têkoşîn û berxwedana gel bilind dike.

Texmîn dikirin ku bi girtina rêbertî dê rihê têkoşîn û berxwedanê vemirînin û nizanîn ku fikirên rêbertî û felsefeya wî di damarên gelê aşiqê azadiyê re digere û em ê bi fikirê rêber Ocalan têkoşîna xwe ronî bikin.

Em niha radigihînin û me her tim ragihand, em bi tundî komploya navneteweyî û tecrîda li ser rêbertî şermezar dikin.

Em Meclisa Herêma Rojhilat bang li NY’ê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî dikin zextê li hikumeta Erdogan bikin ku rêber Abdullah Ocalan bêyî bend û şertan serbest berde."

(fr)

ANHA