Li Heleb û Şehbayê Cejna Bêxwîn hate pîrozkirin

Li Heleb û Şehbayê bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan, Cejna Xidir Îlyas (Bêxwîn) a êzidiyan hate pîrozkirin.

17 sibat, 2022   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî salnameya rojhilat, Cejna Xidir Iliyas (Bêxwîn) dikeve Pênşema destpêkê ji meha Sibatê. Di vê cejnê de Êzidî 3 rojan rojî digrin (Sêşem, Çarşem û Pênşem). Ev cejin bi cejna xwezayê û hatina bereketê tê naskirin.

HELEB

Bi vê  boneyê Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqûsd a Helebê pîrozbahî li Hola Efrînê li dar xist.  Civaka êzidî, nûnerên saziyên sivîl, komîn, partiyên siyasî, şervanên YPJ, YPG`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de şêx Riyad Henan axivî, cejin li beşdaran pîroz kir û rêûresmên wê ê şîrove kir.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Yildiz Marko axivî, hêvî kir ku Cejna Bêxwîn bibe cejna xêr û aştiya, azadiya rêber Ocalan û rizgarkirina Efrînê.

'AŞTIYA NAVXWEYÎ BI XWE NASKIRINÊ DESTPÊ DIKE'

Bi navê pêkhateyê Xiristiyan Basil Qes Neserullah cejin pîroz kir û destnîşan kir ku aştiya navxweyî bi naskirina hev dest pê dike.

Her wiha bi navê Komxebata Olan a bajarê Helebê şêx Elî El-Hesen ev tişt anî ziman: "Em hêvî dikin ku ev cejin bibe boneya azadiya rêber Ocalan. "

TEVÎ FERMANAN..ÊZIDÎYAN PARASTINA OLA XWE KIRIN

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso, şehîd Mam Zekî, Rûken, Zerdeşt û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, êzidîyatî kevntirîn olên li ser rûyê erdê ye û wiha pêde çû: "Di dîrokê de Êzidî rastî bi dehan ferman hatin. Xwesetin bi rêya çeteyên DAIŞ`ê wan tune bikin. Êzidiyan parastina xwe, çand û ola xwe kir. Pîrozkirina vê cejnê teqez dike ku xeta parastinê bi ser ketiye. "

Eyşe Hiso di axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku derbasî sala xwe 24`an bû şermezar kir.

Paşê cejin li gorî rêûresmên olî hate pîrozkirin û xwarina bêxwîn li şêniyan hate belavkirin.

Pîrozbahî bi govend û stranan bidawî bû.

ŞEHBA

Yekitiya Êzidiyên kantona Efrînê bi diruşma "Bi boneya cejna Bêxwînê hêviyên me azadî, civaka demokratîk û veger in" pîrozbahiya Cejna Xidir Îlyas (Bêxwîn) li hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist. Hol bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şengalê û alên Yekitiya Êzidiyan hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê  û endama rêveber a Yekitiya Jinan a Êzidî ya Rojava Sûad Hiso, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Henane Nasro axivî û cejn li tevahî êzidî, gelê Kurd û herêma Efrînê û li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di axaftinan de behsa siyaseta qirkirin û îmhayê ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd bi giştî û li dijî êzidiyan bi  taybet pêk tîne hate kirin û hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê perestgehên li tevahî navçe û gundên Efrînê wêran kirin, demografiya gundên êzidiyan guhartin û malbatên tirkmen û ereb li malên wan bi cih kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi hevgirtina şêniyên herêma Efrînê dê tevahî plan û siyasetên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê têk biçin û dê Efrîn were rizgarkirin û li şêniyên wê vegere.

Piştre endamê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nebo wateya cejnê şîrove kir û wiha got: "Bêxwîn anku "bê xwîn". Di wan 3 rojên rojiyê de serjêkirin û nêçîrvanî heram e, divê li şûna wan di wan 3 rojan de sebze, peqle û berhemên xwezayî werin xwarin. Ji ber ew rojên zêdekirina lawiran e."

Paşê koma zarokên êzidî sirûdên olî yên êzidiyan xwendin. Paşê xwarina bêxwîn li beşdaran hate belavkirin ku ji 7 cûreyên peqleyan pêk tê.

Her wiha koma Çiyayê Kurmênc a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, koma Azada ya Yekitya Êzidiyan a Efrînê û koma Şengalê hin stranên şoreşgerî û folklorîk ên kurdî gotin.

Şahî bi stranên hunermend Ciwan Hesen bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/dpXcApLR-Gg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>