Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn

KPC-D`ê ya Helebê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku saziyên perwerdeyê û xwendekaran ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn
Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn
Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn
Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn
Saziyên perwerdeyê xwestin ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn
17 sibat, 2022   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

21`ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Piraniya gelên cîhanê ji bo xurtkirina zanebûna pirrengiya ziman û çandan vê rojê pîroz dikin.

HELEB

Di vê derbarê de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Helebê (KPC-D) daxuyeniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a komîteyê ya Helebê Fatma Koşan ve  li pêşiya dibistana Şehîd Qehreman Efrîn ya taxa Şêxmeqsûd hate xwendin. Xwendekar, mamoste û endamên KPC-D`ê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk û alîgirên wî ji şerê li hemberî kurdan ew e ku çanda wan qir bike da ku nasnameya kurdan ji kokê rake.

Her wiha hate diyarkirin ku sûcên ku li Efrînê têne kirin dikevin asta sûcên qirkirina komî û bal hat kişandin  ser ferzkirina zimanê tirkî û siyaseta tirkkirinê ku li dijî hemû pêkhateyan tê kirin.

KPC-D`ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên perwerde û dibistanan kir û got, divê  ev yek di ber çavan re were derbaskirin.

Di dawiya daxuyaniyê de KPC-D`ê sûcên qirkirina etnîk û çandî yên li dijî şêniyên resen ên herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, şermezar kir û bang kir ku divê welatî û zarokên koçber ên li kantona Şehbayê ji binpêkirinên dewleta Tirk ên terorîst werin parastin.

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê bi dehan mamoste û xwendekar li Dibistana Şehîd Şaha ya navçeya Til Rifetê kom bûn û ji bo şermezarkirina topbarana dewleta Tirk li ser herêmê û dibistanan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Zozan Mistefa û Mihemed Bilal ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Çeteyên dewleta Tirk di roja reş de 15`ê Sibatê de bajarê Til Rifetê topbaran kir. Di encama wê de 5 zarok birîndar bûn û ziyan gihaşt malên koçberên Efrînê. Ji bo parastina zarokan dibistan hatin girtin.

Em topbarana hovane ya çeteyên dewleta Tirk li ser Til Rifet şermezar dikin. Ji ber bi vê yekê jiyana bi hezeran sivîl dixe xeteriyê, dibistan têne girtin û xwendekar ji fêrbûnê bê par dimînin.

Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar a derbarê bi parastina mafên zarokan de şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember dewleta Tirk ku zarokan dikuje û wan ji mafên herî biçûk di jiyanê de bê par dihêle, bisekine."

(bx)

ANHA