Şêniyên Qamişlo şehîd Cûdî Firat oxir kir

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê Azad Arîs (Cûdî Firat) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kir.

Şêniyên Qamişlo şehîd Cûdî Firat oxir kir
17 sibat, 2022   15:06
QAMIŞLO

Şervanê QSD'ê Azad Aris (Cûdî Firat) 13'ê Sibatê di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, tevî endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî cenazeyê şehîd Cûdî Firat bi merasîmekî bi heybet li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo endamê meclisê Kêfo Osman axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxiya malbata şehîd Cûdî Firat û gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê xwest û wiha got: "Şehîd Cûdî şehîdê sêyemîn ê malbatê yê û bi destpêkirina çirûska şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hêzên leşkerî bû."

Kêfo komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Tu hêz nikare me ji fikirê rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dûr bixe, em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana li çiyayên Kurdistanê bikin."

Kêfo da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku aştiya li Rojhilata Navîn di çareserkirina doza Kurd de ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Şervanên Kurd di oxira parastina mirovahiyê ji tevahî şêweyên terorîstê de canê xwe da. Em soz didin em ê rêça şehîdan heta serkeftinê bimeşînin."

Li aliyekî din jî, enddamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seîd Sîpan anî ziman ku şehîdan bi fedekariya xwe careke din Kurdistan kir yek û wiha got: "Em îro şehîdên xwe di dilên xwe de oxir dikin. Cîhan bi tevahî destanên dîrokî li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsin. Bi berxwedana şervn û fedekariya şehîdên me, em ê azadî, edalet û wekheviyên li Rojhilata Navîn pêk bînin."

Sîpan got, serhildana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva tevahî plan û siyasetên dewletên komploger e.

Her wiha dayika şehîd Cûdî Firat bi rêya telefonê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û ev tişt got: "Ez bi şehadeta zarokên xwe serbilind im, Cûdî zarokê we tevan e. Rêya wan, rêya şeref û rûmetê ye û em ê heta dawî li ser rêça wan bin."

Dûvre, wesîqeya şehîd Cûdî Firatê hate xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan hate kirin û cenaze li Goristana Delîl Sarûxan hate oxirkirin.

(fr)

ANHA