QSD`ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir.

QSD`ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
17 sibat, 2022   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê ragihand ku şervanên wan Ersîn Şahîn (Serhed Harûn) di ji ber nexweşiyê û Mihyedîn Ehmed (Botan Bexdik) û Azad Aris (Cûdî Firat) di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê de şehîd bûn.

Daxuyaniya Navneda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ye:

Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her çi qas ji aliyê hêzên garantoran ve sînorek ji bo dewleta Tirk a dagirker hatibe dayîn jî  lê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bûye hedefa dagirkeran û êrişên bêsînor ên hewayî û bejahî pêk tên. Dewleta Tirk a dagirker dema van êrişan pêk tîne ji bêdengîya hêzên navnetewiyê sûdwerdigre ango hêzên garantor çavên xwe ji van êrişan digrin û dibin kerr û lal.

Yek ji van êrişan jî roja 13'ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obûs û hawanan êriş birin li ser xalên hêzên me ên li Eyn Îsayê. Di encama van topbaranê de 2 hevrêyên me gihîştin şehadetê.

Herweha, hevrêyê me Serhed Harûn ku ev demeke dirêje bi nexweşiyekê giran re têdikoşiya tevî hemû hewildanan jî roja 8'ê Sibatê tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêyê me Botan ji bajarê Kobanê ye û ji şerê destpêkê ên 2013'an ve tevli têkoşîna azadiyê bûye. Di şerê Kobanê û li herêmên din li dijî şerê DAIŞ'ê de cîhê xwe digre. Hevrêyê me Cûdî û Serhed di demên cûda tevli têkoşîna me ya azadîyê bûne. Her du heval jî şerê li dijî DAIŞ'ê şerê bêeman meşandine û di têkçûna DAI'Şê de para wan heye. Di pêngavên dîrokî yên Kobanê, rizgarkirina Girê Spî, Minbic, Hol, Dêrazor û Reqayê têkoşiyane û erk û peywirên dikevin li ser milan wan bêkêmasî pêk anîne.

Her sê hevrêyên me jî di şer û jiyana xwe kirine yekpare û ji bo azadîya gelê xwe û herêmê berpirsyartiyên xwe yên şoreşgerî, welatparêzî û mirovatîyê heya kêliya dawî ya jiyana xwe bi pîvan tevgerîyane. Em di şexsê hevrêyên xwe Botan, Cûdî û Serhed de hemû şehîdên xwe yên nemir bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji her sê malbatên şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em careke din soz didin ku wê ti xeyal û hêviyên gel û şehîdan nîvço nemîne û ji bo temamkirina wan em ê heta dawiyê têkoşînek bêeman bimeşînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Botan Bexdik

Nav û Paşnav: Mihyedîn Ehmed

Navê dayik: Cemîle

Navê bav: Hecî

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13'ê Sibata 2022

***

Nasnav: Cûdî Firat

Nav û Paşnav: Azad Aris

Navê dayik: Aysel

Navê bav: Ebdulah

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13'ê Sibata 2022

***

Nasnav: Serhed Harûn

Nav û Paşnav: Ersîn Şahîn

Navê dayik: Xatûn

Navê bav: Qasim

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 8'ê Sibata 2022."