Artêşa Tirk herêma Biradostê gulebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de herêma Deşta Hêrtê ya Biradostê  ku pezê gundiyan lê heye bêserûber gulebaran kir.

Artêşa Tirk herêma Biradostê gulebaran kir
17 sibat, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, artêşa Tirk a dagirker piştî saet 15.00’an herêma Deşta Hêrtê ya Biradostê ku şivan û pezê wan li herêmê heye, bêserûber gulebaran kir.

Hate gotin, gulebarana bêserûber li ser gundiyên herêmê çêbûye, lê zirereke giyanî çênebûye.

Herêma Biradost dikeve ser navçeya Sîdekan ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê.