​​​​​​​Nexweşxaneya Firatê ya Dêrazorê kar û xebata xwe berfireh kiriye

Nexweşxaneya Giştî ya Firat a bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê, destpêkê ji şewatan û destwerdanên lezgîn re dibû bersiv. Lê piştî ku Rêveberiya Xweser destek da, rêveberiya nexweşxaneyê taqîgeh û odeya niştergeriyê lê zêde kir û ji destpêka salê ve zêdetirî 40 emeliyat tê de pêk anîn. 

​​​​​​​Nexweşxaneya Firatê ya Dêrazorê kar û xebata xwe berfireh kiriye
17 sibat, 2022   07:34
DÊRAZOR-SAMIR EBDULEZÎZ

Dema artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ`ê bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê dagir kir, nexweşxaneya Gitşî ya Firat a bajarokê wêran kir, hemû alavên tibî desteser kirin. Lê piştî ku herêm hate rizgarkirin Komîteya Tenduristiyê, kardroyên tibî û şêniyên herêmê careke din nexweşxane sererast kir.

18`ê Adara 2021`yan Nexweşxaneya Firat pêşwaziya şêniyên rojhilatê Dêrazorê kir. Her wiha destwerdanên lezgîn pêşkêş kir û şewatên biçûk derman kir.

Destpêka salê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alavên tibî yên ji odeya emeliyatê û eşia (x-ray) re pêwîstin, dabîn kirin. Ji wê demê vê li nexweşxaneyê zêdetirî 40 emliyatên cuda hatine kirin, ji bilî yên dil û hestî.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Nexweşxaneya Giştî ya Firatê Ebdulqadir Emîn ji ajansê re axivî û got: "Destpêkê kar bi saya doktoran, xebatkarên nexweşxaneyê û alîkariya gelê herêmê dihat meşandin, me jî hin alavên destwerdanên lezgîn peyda kirin."

Ebdulqadir Emîn ev li gotina xwe zêde kir: "Em spasiya Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê dikin ku destek da nexweşxaneyê. Lê hîna hewcedariya me bi alavan, ambulans, îko, tebeqî mihwerî û malên pitikan heye."

Welatiyê bi navê Yasîn El-Hemed ê ji bajarokê El-Keşkiye diyar kir ku projeya nexweşxaneyê, projeyeke hêja ye û barên gelê herêmê sivik dike û wiha domand: "Lê em zehmetiyan dikişînin, ji ber ku li nexweşxaneyê odeya emeliyatan tune ye."

El-Hemed destnîşan kir ku rewşa debarê zehmet e, di heman demê de her kes nikare derman dabîn bike û li nexweşxaneyên taybet xwe emeliyat bike û ev lê zêde kir: " Ji lewma em hêvî dikin ku hemû hewcedariyên tibî li nexweşxaneyê werin bicihkirin, da ku xizmeta gelê herêmê were kirin."

El-Hemed spasiya kadroyên Nexweşxaneya Firat û Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser kir ku destek dane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bang li rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser dikin ku hîn zêdetir hewcedariyên tibî pêşkêş bikin."

Li rojhilatê Dêrazorê 3 nexweşxaneyên giştî hene; Nexweşxaneya Firat, Nexweşxaneya Şehîl ku xizmetên tibî pêşkêş dike û Nexweşxaneya Hecîn ku tenê destwerdanên lezgîn pêşkêş dike.

(eh)

ANHA