Şêniyên Kobanê şehîd Botan Bexdek oxir kir

Şehîd Botan Baxdek li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate oxirkirin.

Şêniyên Kobanê şehîd Botan Bexdek oxir kir
16 sibat, 2022   13:36
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û kesayetên ji partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Mehîdîn Mihemed (Botan Bexdek) endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Şehîd Botan Bexdek di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê de şehîd bûbû.   

         

Cîgirê hevserokatiya meclisa navçeya Girê Spî ya dagirkirî Sebrî Nebo di merasîma oxirkirinê de cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: "Em îro bi saya van şehîdan bi rûmet dijîn, ji ber vê yekê divê em van têkoşeran ji bîr nekin û em soza şopandina rêya wan didin."

Sebrî Nebo wiha dom kir: "Di demekê de ku em mecbûr in ji bo jiyaneke birûmet berdêlên giran bidin, hemwextî 23'yemîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrişên komplogeran têk diçin, ji ber ku rêber Ocalane em fêrî berxwedana li hemberî dijmin kirin."

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî got: "Hin kes hene bi awayên cuda hewl didin me tune bikin û dewleta Tirk a dagirker bi kar tînin. Lê şehîdên me bi fedakariyên xwe ji dewleta dagirker re got heta dilopeke xwîn di laşê me de hebe, em gelê xwe naxin bin heqaret û koletiyê."

Bêrîvan Îsmaîl bang li gelên herêmê kir ku yekitiya xwe xurt bikin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbeta şehîd hate kirin.      

(dx)

ANHA