Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Em piştgiriya gelê Siweydayê dikin

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî ye, her wiha hevgirtin û piştgiriya xwe ji xwepêşandanên li Siweydayê re anîn ziman.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Em piştgiriya gelê Siweydayê dikin
16 sibat, 2022   13:13
MINBIC

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarê Wê Ednan Xelîfê ve bi amadebûna endamên meclisê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê li pêşiya avahiya partiyê hate xwendin.   

Daxuyanî wiha ye: "Tevgera gel a ku li bajarê Siweydayê dest pê kir, îspat kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya leşkerî û çekan ev çend sal e encam nedaye û çareserî di diyaloga Sûrî-Sûrî de ye.

Em wek Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê dibînin ku daxwazên gelê me yên li Siweydayê ya ji bo avakirina dewleteke sivîl ku mafên hemû pêkhate û olan mîsooger bike, li gorî projeya neteweya demokratîk li gorî prensîba biratiya gelan û jiyana hevbeş ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin.

Em wek ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê piştgirî û hevgirtina xwe ji bo gelê me yê li bajarê Siweydayê re radigihînin."

Di daxuyaniyê de banga diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeke sivîl, demokratîk, piralî û nenavendî hate kirin.

(dx)

ANHA