Di girtîgeha Hewlêrê de 2 girtiyan dest bi grevê kir

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er di girtîgeha Hewlêrê de ji ber ku mafên wan têne astengkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Di girtîgeha Hewlêrê de 2 girtiyan dest bi grevê kir
16 sibat, 2022   11:10
NAVENDA NUÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Başûrê Kurdistanê ji ber bûyera 17'ê Tîrmeha 2019'an li Hewlêrê qewimî, bi zexta dewleta Tirk hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

Apê Abdurrahman Er Necmettîn Er û kurê xaltîka Er Yilmaz Polat li ser vê pêvajoya derveyî mirovahiyê ji ANF'ê re axivîn û xwest binpêkirina mafên mirovan a li dijî ciwanên Kurd tê kirin, bi dawî bibe.

Necmettîn Er got: "Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku bi îdiaya sîxurê MÎT'ê Osman Kose kuştine, hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn, ji mafên bingehîn ên mirovî bê par têne hiştin."

Necmettîn Er wiha dewam kir: "Li girtîgeha ku di bin kontrola rêveberiya Hewlêrê de ye, ji hevdîtina bi malbatê re, mafê şandin û wergirtina nameyan, alîkariya bi pereyan û kincan bê par têne hiştin."

Necmettîn Er diyar kir ku Er û Dag li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rêveberiya Hewlêrê ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Necmettîn Er bang li rêveberiya Hewlêrê û saziyên pêwendîdar kir û got: "Dest ji vê zilma ku li zarokên gelê Kurd tê kirin, berdin."

Yilmaz Polat jî anî ziman ku biryara îdamê ya li dijî Dag û Er hatiye dayîn, biryareke rast nîn e û got: "Ev biryar biryara Rêveberiya Hewlêrê bi xwe nîn e. Bi esasî biryareke ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk hatiye dayîn. Rêveberiya Hewlêrê nêzîkatiya ku li hemberî girtiyên DAIŞ'ê jî nîşan nade, li dijî Er û Dag nîşan dide."

Polat bi dewamî got: "Divê ciwanên Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin û zerar li wan nebe. Her wiha di serî de rêxistinên mafên microvan, em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be."