​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Qamişloyê şehîd Mihemed Ednan El-Casim li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kir. Mihemed Ednan El-Casim di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Mihemed Ednan El-Casim oxir kir
16 sibat, 2022   10:59
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê kom bûn û tev li merasîma oxirkirina şehîd Mihemed Ednan El-Casim bûn ku di Pêngava Gurzê Gelan de li Hesekê şehîd bûbû.

Li goristana endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hisên Hisên axivî û destnîşan kir ku malbatên şehîdan pabendî parastina destkeftiyên şehîdên xwe ne.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî axivî û diyar kir ku komploya li ser Hesekê berdewama Komploya Navneteweyî ye ku ji 23 salan ve berdewam e. Her wiha daxuyand ku gelên herêmê dê hemû komployan têk bibin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA