​​​​​​​Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Şêladizê de welatiyek şehîd bû

Li Şêladizê di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de welatiyek şehîd bû.

​​​​​​​Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Şêladizê de welatiyek şehîd bû
16 sibat, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rasterast gundan dike hedef û heya niha bi dehan kes di encama êrişan de şehîd bûne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Roj News`ê duh dewleta Tirk carek din bi balafirên şer êriş kir. Balafiran navçeya Şêladizê bombebaran kir, di encama êrişê de welatiyê bi navê Hiseyîn Heyder Steyî (Hiseyîn Rêkanî) şehîd bû.

Anajsê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) cenazeyê Rêkanî duh bi şev bi lez û bez li goristana Şêladizê defn kir da ku xwepêşandan li dijî wê li dar nekevin.

(şx)