ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2022
16 sibat, 2022   00:00

-Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mihemed El-Casim li goristana Şehîd Dilşêr vedişêrin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê derbarê komploya 15'ê Sibatê de sînevîzyonekê pêşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ku rêber Abdullah Ocalan dîtine destnîşan kirin bi berxwedan û qehremaniya rêber Apo hebûna gelê Kurd heya niha hate parastin û gotin: " Rast e rêber Apo di hundir girtîgehê de ye, lê bi milyonan kes li ser şopa wî xwe bi rêxistin dikin û hebûna xwe diparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi qebûlkirina Hevpeymana Civakî ve diçe. 93 xalên wê yên di reşnivîsê de hîna têne sazkirin da ku bi rêya pergaleke demokratîk ku daxwazên pêkhateyan pêk tîne, di demokratîkkirina Sûriyê û Rojhilata Navîn de bi roleke sereke rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nafiya Derwîş a 100 salî bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye û hêviyên wê ku careke din wî bibîne qut nebûye. Nafiya Derwîş dibêje ku wê soz daye ku dema rêbertî bibîne, dîlan û tilîliyên wê li pêşiya temenê wê nebin asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi saya piştgiriya gel bi şervanan re li hember êrişan, veguherî şerê gel ê şoreşger. Bi israr û bi rêxistinkirina xwe tax parast û ev serketin bi xurtkirina birêxistinê û vegera jiyana asayî tacîdar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- “Li malê, li hember bav, bira, hevjînan û li kolanê li hember polîs û leşkerên dewletê û li hember mêrên ku em bi wan re di saziyan de dixebitin, em têkoşîneke bêeman dimeşînin.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Emîne Osê diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê tecrubeyeke dikare ku ku li tevahî herêm û bajarê Sûriyê were pêk anîn. Emîne Osê bang li şêniyên Siweydayê kir ku xwe bi rêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso destnîşan kir ku gefên li dijî şêniyên Şengalê beşek ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku dijminên êzidiyan hewl didin wan qir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şopînerê siyasî yê iraqî Burhan Şêx Reûf da zanîn ku Iraq ber bi valahiyeke siyasî û destûrî ve diçe û beşdariya bernamzetan ji du partiyan di serokatiya komarê de ne ji bo berjewendiya gelê Kurd e û got: "Hevrikî û nakokî divê ji bo pêkanîna mafên gelê Kurdistanê bin ne ji bo erka serokkomariyê bin." (BI WÊNE).

ANHA