Artêşa Tirk derdora kampa Efrîn û navçeya Ehdasê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mûşek û topan derdora kampa Efrînê ya girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk derdora kampa Efrîn û navçeya Ehdasê topbaran kir
15 sibat, 2022   20:51
ŞEHBA

Piştî topbarankirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokê Til Rifetê re, derdora kampa Efrîn a li rex navçeya Ehdasê ku tê de bi sedan koçberên Efrînê hene, topbaran kir.

Her wiha gelek mûşek li derdora kampê ketin û heta niha tu agahiyên li ser ziyan û windahî bi dest neketin.

(fr)

ANHA