Melenchon: Ji bo aştiyê pêwîst e Abdullah Ocalan were azadkirin

Namzetê serokkomariyê yê Fransayê Jean-Lûc Melenchon, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal komploya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Melenchon ji bo aştiyê banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kir.

Melenchon: Ji bo aştiyê pêwîst e Abdullah Ocalan were azadkirin
15 sibat, 2022   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hilbijartinên serokkomariyê yên ku dê di Nîsanê de li Fransayê bên lidarxistin de, namzetê serokkomariyê yê herî bibandor ê eniya çep Jean-Lûc Melenchon komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Jean-Lûc Melenchon têkila vê rojê fikrên xwe li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê parve kir û wiha got: "Li Tirkiyê 23 sal in Ocalan di girtîgehê de ye. Hema bêje bi qasî Mandela. Ev ne edalet e. Pêwîst e ji bo aştiyê Ocalan were azadkirin."

Jean-Lûc Melenchon ku di nav berendamên çepgir de xwedî avantaj e, li gorî anketên dawî yên li seranserê Fransayê hatine kirin, rêjeya dengên wî ji sedî 11 ye.