Dagirkeran li Til Rifetê zorekek din birîndar kir

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Rifetê zorokek birîndar bû.

Dagirkeran li Til Rifetê zorekek din birîndar kir
15 sibat, 2022   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa vê dawiyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê zaroka bi navê Zîlan Arîf a 7 sal birîndar bû. Zîlan ji koçberên kantona Efrînê ye.

Di êrişên piştî nîvro ya li ser heman navçeyê de jî 5 welatî di nav de 4 zarok birîndar bûn.

ANHA