Li Şamê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullha Ocalan Kongra Star a Şamê meşek lidar xist.

Li Şamê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Şamê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Şamê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
15 sibat, 2022   19:24
ŞAM

Bi sedan Kurdên li Şamê beşdarî meşê bûn. Meş li kolanên taxa Zorava geriya. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Azadiya APO azadiya hemû gelan e" hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda taxê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek ji aliyê endama Kongra Star a Şamê Mizgîn Ehmed ve hate xwendin û têde komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Daxuyanî wiha ye: "Bi navê Kongra Star a Şamê, em komploya navneteweyî ku gelek dewletên komploger li dijî gelên azadîxwaz tev li wê bûn, şermezar dikin. Roja 15`ê Sibatê ji bo gelên  Rojhilata Navîn bi giştî û gelê Kurd bi taybet rojeke reş e. Komploger bi bin ketin û  nikaribûn fikir û felsefeya rêbertî tune bikin. Bi hezeran fikir û felsefeya rêbertî esas girtine.

Mînaka têkçûna we jî berxwedana hêzên me li dijî DAIŞ`ê û avakirina hêzên leşkerî, rêxistinkirina jinan ku di nava hemû aliyên jiyanî de weke leşkerî, rêveberî û siyasî de dixebite her wiha di aliyê diplomatîk û avakirina sazî û rêveberiyan de. Ji ber wê jî hikumeta dewleta Tirk berê xwe dide rêbazên xirab di danûstandina bi rêbertî re û tecrîda ku li ser wî ferz dike, derfetê nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin. Tevî vê yekê jî hikumeta dewleta Tirk têr nebû û ji ber wê jî bi çekên kîmyewî êrişî çiyayên Kurdistanê, herêm û bajarê Sûriyê dike. Sivîlan topbaran dike, dikuje weke dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Em êriş berdewamiya komploya navneteweyî ne. Her wiha êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û destekdayîna ji çeteyên DAIŞ`ê re jî berdewamiya komployê ye. Em soz didin rêber Abdullah Ocalan ku em ê ji bo bidestxistina azadiya wî têbikoşin. "

Mîtîng bi dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan  bidawî bû.

(bx)

ANHA