Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd

Berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi saya piştgiriya gel bi şervanan re li hember êrişan, veguherî şerê gel ê şoreşger. Bi israr û bi rêxistinkirina xwe tax parast û ev serketin bi xurtkirina birêxistinê û vegera jiyana asayî tacîdar bû.

Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
Taxa li ber xwe daye û bi yekitiya şervan û gelê xwe bi ser ketiye; Şêxmeqsûd
16 sibat, 2022   04:18
HELEB-SOZDAR WEQAS

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û yên kîmyewî êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir. Digotin, wê di çend saetan taxê dagir bikin û hêzên leşkerî û sivîl ên taxê teslîm bigirin. Lê ew bi binketin û rêgeza berxwedanê bi serket.

Serkeftina li Şêxmeqûsd wiha ji valahiyê nehat. Ne tenê serkeftin li eniyên şer pêk hat, lê belê bi saya hevgirtina û piştgiriya şêniyên taxê (Kurd, Ereb, Xiristiyan û Turkmen) bi şervanan re û baldariya wan di eniyên hundir û derve de bi ser ketin.

Nêrgez Bekir ji jinên berxwedêr e ku li taxa Şêxmeqsûd ma û jê derneket, têkildarî mijarê got: “Êrişên li dijî taxê dijwar bûn. Rumxî ku hejmara şêniyan di taxê de kêm bû, lê li ber xwe dan, piştgiriya şervanên YPG û YPJ`ê kir û tax ji çeteyan parast. Li ser vê bingehê çete bi bin ketin û berxwedana li taxê bi ser ket.”

Di destpêka aloziya Sûriyê sala 2011`an de şêniyên taxa Şêxmeqsûd ku mezintirîn taxên Helebê ye, li dijî siyasetên zordest ên hikumeta Şamê serî hildan. Ji bo gelê Kurd ew pêvajo, gelek girîng bû, nexasim ku tax bi serhildanên xwe heta beriya destpêkirina aloziyê tê naskirin. Piştî şehîdxistina endama Kongra Star Gulê Selmo, xwepêşandanên mezin li dar ketin û di encamê de hêzên hikumetê neçar man ji taxê vekişin. Dûre şêniyan dest bi xwe birêxistinkirinê û parastina taxa xwe kir.

Ji ber taybetmendiya cihê stratejîk ê taxê, komên çeteyan hewl dan wê dagir bikin. Ji sala 2012`an û heta 2016`an ve, bi domdarî êrişî taxê kir. Di encamê de bi hezaran şêniyên taxê koçber bûn. Êrişa herî dijwar sala 2016`an bû ku 6 mehan bênavber dom kir. Lê berxwedana li hember wan êrişan hatiye nîşandan, bi rizgarkirina taxa Eşrefiye, Şiqeyif û Seken Şebabî tacîdar bû.

`BERMAHIYEN TOPAN HINA DI BEDENE WE DE NE`

16`ê Sibata 2016`an salvegera 6`an a êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî taxê ne ku di encamê de derdora 150 sivîl şehîd bûn, di nav wan de zarok hene. Her wiha zêdetirî 970 kesên din jî birîndar bûn û derdora 2 hezar û 600 mal û dikan wêran bûn.

Sîham Bîlal di êrişên 2016`an de birîndar bûye girêdayî wê pêvajoyê wiha got: “Dinya şev bû. dengê guleyan dihat. Sibê ez û zarokên xwe li pêşiya dikana xwe ya li madeyên xwarinê rûniştibûn. Di wê kêliyê de ji aliyê rojhilatê taxê ve, top hatin avêtin. Gelek top li mala min û cihê em lê sekinîbûn ketin. Ez û keça xwe ku wê demê 9 salî bû birîndar bûn. Cîranan em birin nexweşxaneyê, birîna min kûr bû ji ber wê ez birim nexweşxaneyeke hikumî. Heta niha bermahiyên topan di bedenê min de hene.”

 ‘MIN DESTEK PARASTINA DA HEMÛ ŞÊNIYANꞌ

Ruxmî êriş û zor û zehmetiyan, lê welatiyan dev ji taxê berneda, heta li malên xwe bêçare jî neman, lê belê ji Kurdan bigire û heta bi Ereban bi rêya komkên biçûk xwe birêxistin kir, çi di warê paratina taxê ji eniyên şer û ketina taxê be, yan jî alîkariya doktoran di dermankirina nexweşan de û amadekirina xwarinê ji şervanan re be.

Sîham Bîlal têkildarî mijarê wiha got: "Piştî hatim dermankirin û rabûm ser xwe, min terka kar nekir, heta min negot, ez ê ji taxê derkevim da ku paratina xwe û malbata xwe bikin, berovajî vê yekê, di parastinê û nobetkariya kolanên taxê, xizmet û destekdayîna ji welatiyan, şervanan û birîndaran re bûm bersiv. Di rastiyê de gel banga seferberiyê giştî ya parastina taxê bi cih anî û ji biçûk heta mezinan bi rola xwe rabû."

Sîham Bîlal ev li axaftina xwe zêde kir: "Em destek bûn û me soz da ku em ê piştevanên şervanên xwe bin ku hejmareke mezin ji wan şehîd bûne,."

Yekitiya gelan, pêkhateyên taxê, şervanan û YPJ, YPG`ê di parastina taxê ji êrişan bi serkeftinê tacîdar bû, hemû planên çeteyan û îtîlafa sûrî têk bûn û taxa Eşrefiyê, Şiqêf û Seken Şebabî û derdora wê hatin rizgarkirin. Bi wê re gavên şerê gel ê şoreşger dest pê kir û Şêxmeqsûd bû sembola berxwedanê.

Endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star Nêrgiz Bekir got: "Ruxmî zehmetiyan û ambargoya ku ji hemû aliyan ve li ser taxê hate ferzkirin, lê gel erka xwe baş pêk anî. Heta me karibî me pêşiya çi kesên ku xwe li me digirtin, dikir. Wê demê gel dev ji taxê berneda û serkeftin qezenc kir."

Derbarê rewşa taxê piştî rizgarkirinê de Nêrgiz Bekir ev nirxandin kir: "Gel xwe birêxistin kir, li ser vê yekê me kar û xebata saziyên xwe berfireh kir, komîn ava kir û koçberên ji herêmên din pêşwazî kir, hejmara wan jî derdora 30 hezarî bû. Ruxmî ambargoyê ku heta niha tê meşandin û aloziya aborî heye, lê welatiyan dikanên xwe vekirin û projeyên bazirganiyê û pîşesaziyê ava kirin."

‘ME JI BIRÎNDARÊN XWE BERNEDAꞌ

Cemal Şêx jî hemû şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd bi bîr anî û got: "Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk êriş kir û bi çekên giran topbaran tax kir, lê gel bêdeng nema û tê koşiya. Berxwedanê bi vî rengî heta 6 mehan dewam kir, êdî isbat kirin ku vîna gel naşikê, ji lewma çeteyan gelek caran bi çekên kîmyewî êriş kir."

Cemal Şêx ku 2016`an endamê rêveber ê Şaredariya Gel bû, anî ziman ku dema mal dihatin topbarankirin û sivîl birîndar dibûn, bi wesayîtên şaredariyê wan vediguhestin û ev lê zêde kir: "Rumî topbarana dijwar jî, lê me dev ji birîndarên xwe berneda û wan radikir nexweşxaneya Xalid Fecir."

Bi vê têkoşîn û berxwedanê, şêniyên Şêxmeqsûdê parastina ewlehî û îstiqrara taxê kirin, êdî îro nasnameya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye guhartin û jiyan vegeriyaye wekî beriya êrişan, lê dîsa jî kolana "Muxabetan û cihê ciwanan" ne aram in.

Ruxmî çend sal di ser serkeftin, rizgarkirin û vegera niştecihan re derbasbûye, kolanên taxê çîrokên şervanan, êriş û berxwedan vedibêjin û isbata binketina çeteyan dikin.

(şx-eh)

ANHA