Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin

Bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye" bi deh hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefyê daketin qadan û da zanîn ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li ser fikir û felsefeya rêbertî bimeşin.

Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê li Helebê hate şermezarkirin
15 sibat, 2022   15:46
HELEB

Bi boneya salvegera 23’yemîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û komplo şermezar kir.

Şênî li pêş hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên rêbertî û pankartên "Em komploya 15’ê Sibatê roja qirkirina gelan e şermezar dikin", "Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li dijî  rêber Apo têk bibin", "Sonda me ku pergala Îmraliyê têk bibin û bi rêber Apo re bijîn", "Komploya navneteweyî êrişa li ser mirovahiyê ye" û"Dem dema azariya rêber Apo ye" hildan.

Meş bi diruşmên şermezarkirinê komployê û serbestdana rêber Ocalan dest pê kir û li tevahî kolanên taxê geriya.

Meş li qada Cebanet a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vegerî mîtîngê. Li vir gelek axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo destpêka axaftina xwe de, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember rihê şehîdên di oxira azadiya me de dane, ditewînin."

ŞOREŞA RÊBERTÎ BI SER ET Û WÊ BI SER KEVE

Şêxo behsa komploya li dijî rêbertî û wiha domand: "Rêbazên dewleta Tirk a faşîst dûrî mirovahiyê ne û tecrîda li ser rêber Ocalan girantir kir."

Şêxo îşaret bi berxwedana rêbertî kir û wiha got: "Rêber Ocalan ji 23 salan ve di girtîheha Îmraliyê de ji bo azadiya gelan tê dikoşe û tevî sûcên qirêj ku dewleta Tirk li dijî wî pêk tîne, rojekê ji pêkanîna armanca doza xwe venegeriye."

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk çi dike bila bike nikare şoreşa rêber Ocalan têk bibe û wiha axaftina bi dawî kir: "Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide şoreşa rêbertî têk bibe û vîna gel bişikîne. Lê tevî bikaranîna tevahî rêbazên dermirovî li hember berxwedana wî têk diçe."

'KOMBÛNA ME NÎŞANEYA SERKEFTINA FIKRÊ RÊBERTÎ YE'

Berdevka Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya rêbertî Amîne Xidro berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Têkiliya rêbertî bi gel re xurt e, gel dev ji banga serbestberdanê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bernade."

Amîne Xidor behsa armanca komploya li dijî rêbertî kir û got: "Armanc şikandina vîna gelê azadîxwaz e yê ku banga edalet, demokrasî û wekheviyê dike. Hemû hewldanên dewleta Tirk, ligel tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî, bi bin ketin."

Amîne Xidor da zanîn gelê ku li ser fikir û felsefeya rêbertî dimeşe dikare Ii hember rejîmên destpot bisekine û ev tişt anî ziman: "Rêbertî rojekê pişta xwe neda dewletên destpot, lê pişta xwe da gelê xwe ku niha banga azadiya rêbertî dike."

Şêniya bi navê Duha Ehmed ku beşdarî meşê bûye, da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û zextên ku dewleta Tirk li ser rêbertî dimeşînin ew li qadan in.

Welatiya bi navê Naîle Nasir bang li rêxistina mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li kiryarên dewleta Tirk bînin û wê neçar bikin rêbertî serbest berdin û ev tişt got: "Em dev ji banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bernadin."

‛RÊBER OCALAN Jİ BO GELÊ KURD Û GELÊN ROJHİLATA NAVÎN RONAHİYEK E’

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir.

Endama meclisê dayika şehîd Alan, Remziye Îbrahîm Salih li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Doza revandin û radestkirina rêberê konfederalîzma demokratîk Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re di 15’ê Sibata 1999’an nimûneyek yekser û eşkere ya komploya ku hêzên kapîtalîst li dijî vîna gelan dimeşînin.

Faşîsta Tirk texmîn kir ku bi girtina rêberên şoreşên kurdan an jî darvekirina wan dê şoreşan bi dawî bike û doza Kurd tune bike. Lê piştî 23 salan ji dîlgirtina rêber Ocalan keşf kir ku mijar ne wisa ye.

Rêber Abdullah Ocalan di hundirê girtîgeha Îmraliyê de bi dehan pirtûk hûnandin û tê de li ser doza Kurd, doza jinê û krîzên li Rojhilata Navîn axiviye rizgariya tevahî gelên herêmê û gelê Kurd e.

Rêbertî ji destpêka jiyana xwe de ronahiya gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn e û bi rêya fikirên xwe hişt ku gelê Kurd û gelên herêmê ber bi azadiya xak û welat ve biçin û wê yekê hişt ew were girtin.

Em Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan bang li tevahî hêzên demokratîk, bi taybet rêxistin û saziyên jinan ên hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku rêberê gelan Abdullah Ocalan berdin."

(fr)

ANHA