Bi deh hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî komployê meşiyan

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî ji aliyê bi deh hezaran şêniyên kantona Qamişlo ve hate şermezarkirin.

15 sibat, 2022   15:24
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 23`iyan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr daketin qadan. Komplo şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi hezaran şênî, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, partî, oldar û endamên saziyên sivîl bi dirûşma Bi têkoşîn û berxwedana gelên şoreşger em ê komploya 15`ê Sibatê têk bibin, meşiyan.

Şêniyên bajarokê Girbawî ku vê sibê ber bi Qamişloyê ve meşiyan, gihaştin bajêr û tev li meşa girseyî bûn. Dûre meşa mezin ji çerxerêya Osman Sebrî ya ber bi navenda Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê dest pê kir.

Li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê meş rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û têkoşîna gelan li dijî Komploya Navneteweyî silav kir.

Bedran Çiya Kurd hemû şehîdên ku xwe li dora rêber Abdullah Ocalan kirin xelek ji agir bi bîr anîn û got: “Dewletên Komploger beriya 23 salan xwestin roja gelê me tarî bikin û rojên gelek dijwar dîsa bînin serê wan mîna komkujiya Helebçe, Şêx Seîd, Mehabad û serhildanên gelan tune bikin û mîna li Agirî kirin, bin ax bikin. Her wiha vîn û berxwedana gelan di şexsê rêber Abdullah Ocalan de têk bibin.”

Çiya Kurd destnîşan kir ku berxwedan û vîna gelê li her çar parçeyên Kurdistanê îsbat kir ku dewletên komploger dê nikaribin fikir û berxwedana li Îmraliyê tune bikin ku sedema sereke ya têkbirina hemû komployan e.

`ÇARESERKIRINA ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN DE NIXUMANDIYE`

"Berxwedana Îmraliyê rêya me ya ji bo domandina berxwedanê ye, em ê vê berxwedanê berdewam bikin heta ku komployên mayî vala derxînin.

Her wiha Bedran Çiya Kurd diyar kir ku komplo berdewam e lê bi şêwazên din, bi êrişên li ser herêmê û tecîrda li ser rêber Abdullah ji wan rêbazan e û wiha domand: "Berxwedana Îmraliyê rêya me ya ji bo domandina berxwedanê ye, em ê vê berxwedanê berdewam bikin heta ku komployên mayî vala derxînin."

Her wiha soza berdewamkirina berxwedana li Îmraliyê da heta ku komplo bi temamî têk diçe û got: “Projeya neteweya demokratîk ji bo hemû gelan bûye hêvî, ji ber wê divê hemû li dora vî fikirî kom bibin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berxwedanê mezin bikin.”

`PERSPEKTÎFÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN AZADÎ Û HEVGIRTINA GELAN MISOGER DIKIN`

Endama rêvber a PYD`ê Delal Hisên jî got komploya navneteweyî bi saya têkoşîna gelan û berxwedana li Îmraliyê têk çûye û got: “Xwestin aloziyên li Rojhilata Navîn berdewam bibin û projeyên xwe yên zordest temam bikin. Ew naxwazin tu têkilî di navbera wan û rêbertî de hebe. Ji ber ku dizanin perspektîfên rêber Abdullah Ocalan azadî û hevgirtina gelan misoger dikin û ev yek li ser desthilata wan xeterî ye. ”  

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê, bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl li dijî komployê meşiyan. Meş ji çerxerêya Jina Azad dest pê kir û li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navçeyê bi dawî bû.

Li pêşiya navendê, şêwirmenda hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl axivî û komplo şermezar kir.

Cîhan Xelîl diyar kir ku dewletên komploger bi komployê xwestin fikir û felsefeya neteweya demokratîk têk bibin lê bi serneketin û got: “Kombûna li vir delîla vê yekê ye. Rêber Abdullah Ocalan Îmralî veguherandiye dibistana fikir û felsefeya demokratîk.”

TIRBESPIYÊ

Bi heman mebestî bi hezaran pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û heta Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li navçeyê meşiyan.

Li pêşiya navendê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb axivî û destnîşan kir ku armanca komployê, têkbirina fikirê demokratîk ê azad ê rêber Abdullah Ocalan e.

Ereb diyar kir ku derketina bi hezaran şêniyan di vê rojê de asta baweriya gel bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan îsbat dike û teqez kir ku têkoşîna wan li dijî siyasetên dewletên paşverû berdewam e.

Mîtîng bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi hezaran şênî bi diruşma "Bi têkoşîn û berxwedana gelê şoreşger em ê komploya 15 ê Sibatê têk bibin", daketin qadan.

Meş ji pêşiya garaca navçeyê ber bi deriyê ketina navçeyê yê rojava ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina komployê û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Mahsûm veguherî mîtîgnê, endamê Meclisa Navçeya Çilaxa Sirûr El-Şetî axivî, komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Bi vê komployê xwestin vîna gelan lawaz bikin û azadiya wan asteng bikin. Lê rêbertî girtîgeh kir minbera belavkirina fikirê demokratîk."

Sirûr El-Şetî di dawiya axaftina xwe de got: "Tu kes nikare roja me tarî bike, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin."

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî bi sedan kes herikin qadan û bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin.

Şêniyan ji qada Şehîd Xebat heta kolana sereke ya naverasta navçeyê ve meşiya. Di wê navberê de diruşmeyên "Ji Ocalan re azadî" berz kirin.

Meş li naverasta navçeyê rawestiya. Hevseroka Meclisa PYD'ê ya Girkê Legê Ayhan Murad axivî, bal kişand ser têkoşîna rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de û got: "Rêber Ocalan armancên komployê vala derxist, ji ber ku dikarî fikirê demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan em dibînin ku îro şervanên Kurd, Ereb û Suryan di xendeqekî de li dijî çeteyên DAIŞ, Tirkiyê û pergalên kapîtalîst şer dikin."

Berekat got, ew ê têkoşîna xwe li ser bingehê fikirê rêber Ocalan bidomînin

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Bajarokê Erûr ê Girkê Legê Mehmûd Salim axivî, diyar kir ku girtina rêber Ocalan girtina nirxên mirovahî û demokratîk li cîhanê ye û wiha domand: "Revandina rêber Ocalan îrade û îsrara gelan lawaz nekir, şoreşa Rojava berhemên fikirê Ocalan e."

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê li gel girtina dikanan, li qadan bûn û bertek nîşanî komploya 15'ê Sibatê da.

Şênî ji qada Azad ber bi Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer ve meşiyan û bê navber diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin.

Meş li ber Navenda Şehîd Bawer rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed axivî.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de komplo û siyasetên qirkirinê yên li djiî gelê Kurdistanê şermezar kir û got: "Di demekê de ku siyasetên cîhanê di krîzên xeter de ne, gelê Kurd bi rêya fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriyê dît. Dewletên paşverû ji vî fikirê ditirisin ji ber vê yekê tecrîd li dijî rêber Ocalan pêk anîn. Tevî tecrîdê rêbertî di têkoşîna xwe çareserkirina pirsgirêkên sîstemên kapîtalîzmê de berdewam e."

Îlham Ehmed bal kişand ser durûtiya siyasetên navneteweyî û wiha domandin: "Siyasetên navneteweyî û pergalên wê li gorî berjewendiyên xwe qanûn danîne, Yekitiya Ewropa û Komîteya Mafên Mirovan îdia dikin ku qanûnên mafên mirovan hene, lê van qanûnan li ser çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin. Piştî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li Hesekê hin aliyan gotin QSD'ê sûcên şer pêk tîne û hin dewletan qala mijara mafên zarokên DAIŞ'ê kirin. Ew dewlet di aliyê ragihandinê de ji bo parastina çeteyên DAIŞ û zarokên wan tevdigerin, lê derbarê mafên rêbertî de bêdeng in. Rêbertî di jiyana xwe de çek ranekiriye, nameya wî li ser esasê aştiyane û demokratîk e."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed saziyên mafên mirovan û CPT rexne kir.

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Birkê bi meşekê nerazîbûn nîşanî komploya 15'ê Sibatê dan.

Şêniyan ji pêşiya çerxerêya Firinê ber bi çerxerêya Şehîdan ve meşiyan û diruşmeyên şermezarkirina komploya navneteweyî û banga azadiya fîzîkî  ya rêber Ocalan berz dikin.

Meş li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate giritn.

Hevseroka Meclisa Til Birak Emîne Xilêf axivî, komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Ji her kesî re eşkere bû ku komplo ne tenê li dijî gelê Kurd bû, lê ji bo kolekirina tevahî gelên Rojhilata Navîn bû."

Emîne Xilfê diyar kir ku ew ê têkoşîna berdewam bikin heta ku azadiya rêber Ocalan misoger bikin û wiha domand: "Di salvegera 23'an a roja reş de em ê girêdana xwe ya bi azadiya rêbertî re nîşan didin û dibînin ku ku ev girêdana erkekî mirovî ye."

Ji rêveberên Kongra Star Henan Silêman bal kişand ser rola şehîdan di avakirina welatan û parastina wan de û got: "Hesekê waneyek ji exlaq, berxwedan, fedekarî, hezkirin û biratî nîşan da. Şehîdan me ji bo aştî û azadiya me tiştên her giranbuha dan."

Mîtîng bi diruşmeyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê bi dawî bû.

ANHA